Pentagon: Hêzên me li Sûriyeyê di rewşa amadehiyê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder diyar kir ku hêzên wan li Sûriyeyê di rewşa amadehiyê de ne.

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.

Tehrîr El Şamê herî dawî jî doh (5ê Kanûna Pêşîn) bajarê Hemayê kontrol kir.

Berdevkê Wezareta Parastînê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder diyar kir ku ti rola Amerikayê di van şer û pevçûnan de nîne.

Patrick S. Ryder destnîşan kir ku wan hêzên xwe yên li Sûriyeyê xistine rewşa amadehiyê û rewşê dişopînin da ku DAIŞ van pevçûnan ji xwe re neke derfetek.

“Em dê her tiştê pêwîst bikin”

Berdevkê Pentagonê bal kişand ser metirsiya DAIŞê jî û got:

“Dema em rastî metirsiyeke werin em dê her tiştê pêwîst bikin.

Me van rojên dawiyê di çarçoveya Koalîsyonê de li Sûriyeyê çend caran komên çekdar bombebaran kirin.”

Divê were gotin ku piştî êrişên Tehrîr El Şamê tevgera DAIŞê jî zêde bûye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku DAIŞê li Hums û Dêrezorê çend cih dagir kirine.

Pentagonê jî da zanîn ku li rojhilatê Feratê 3 leşkerên wan birîndar bûne.

Li rexê din, Tehrîr El Şamê piştî Hemayê berê xwe daye Humsê û li wê derê jî şer û pevçûnan dest pê kiriye.