Japonyayê li ser PKKyê daxuyaniyek da

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Japonyayê ya Tirkiyeyê ragihand ku Hikûmeta Japonyayê, PKK ji “lîsteya rêxistinên qedexekirî” dernexistiye.

Berî çend rojan hatibû ragihandin ku Ajansa Îstixbarat û Ewlehiya Gel a Japonayayê (PSIA) li ser malpera xwe ya fermî PKK ji “lîsteya rêxistinên qedexekirî” derxistiye.

Balyozxaneya Japonyayê ya Tirkiyeyê piştî belavbûna vê nûçeyê û nerazîbûna beşek ji berpirsên Enqereyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Balyozxaneya Japonyayê ragihand ku wan PKK ji “lîsteya rêxistinên qedexekirî” dernexistiye û tekez kir  ku di polîtîkaya Hikûmeta Japonyayê ya li ser PKKyê de ti guherînek çênebûye.

Balyozxaneya Japonyayê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de got:

“Websiteya Ajansa Îsrixbarat û Ewlehiya Gel a Japonayayê roja borî hatiye nûkirin û ew mijara ku behsa wê tê kirin niha hatiye jêbirin.

Hikûmeta Japonyayê sala 2002yan PKK xiste rêxistinên terorî û wan rêxistinên ku divê mal û milkê wan bê ragirtin û çalakiyên terorî yên ji aliyê PKKyê ve tên kirin şermezar dike.

Di polîtîkaya Hikûmeta Japonyayê de ti guherîn nînin.”