4 jinên Kurd di nav 100 jinên herî bi bandor ên cîhanê de cih girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Di lîsteya BBC ya 100 jinên herî bi îlham û bibandor ên cîhanê de 4 jinên Kurd jî cih digirin.

Mamosteya Kurd Zara Mihemedî ku navê wê bi xebatên ji bo zimanê dayikê belav bûye, tenê ji ber ku xwest zarokan fêrî zimanê wan ê dayikê bike, bi 5 salan hat cezakirin, di lîsteya BBC ya 100 jinên herî bi îlham û bi bandor de cih girt.

Di lîsteyê de siyasetmedara Herêma Kurdistanê Roza Salih ku li Skotlandayê dijî û çalakvan Roya Pîrayî ku dayîka wê di xwepêşandanên bo Jîna Emînî de ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû kuştin jî, cih digirin.

Roya Pîrayî herî dawî bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir.

Jina Kurd a din a di lîsteyê de peresta Nîgar Marîf e ku ew jî ji Herêma Kurdistanê ye.

Zara Mihemedî

  

Zara Mihemedî çalakvaneke Kurd a Rojhilatê Kurdistanê ye ku di 10 salên bihorî yên jiyana xwe de mamostetiya zimanê Kurdî li gelek bajar û bajarokên parêzgeha Sineyê kiriye.

Zara Mihemed damezrênera Rêxistina Nûjîn e, ku bêtir di warên wek fêrkirina zimanê Kurdî, warên kulturî, û alîkariya xelkên mexdûr de çalak e û rêpêdana wê ya fermî ya ji aliyê Wezareta Navxwe ya Îranê ve heye.

Mamosteya Kurd Zara Mihemedî ku navê wê bi xebatên ji bo zimanê dayikê belav bûye, tenê ji ber ku xwest zarokan fêrî zimanê wan ê dayikê bike, bi 5 salan hat cezakirin.

Siyasetmedar Roza Salih

Roza Salih ku malbata wê neçar ma ji Başûrê Kurdistanê koç bike û di temenekî ciwan de çûye Skotlandê, di Gulana 2022an de bû yekemîn penaber ku ji bo Encûmena Şaredariya Glasgowê hate hilbijartin. Roza Salih, ku naha endamê encûmena bajarê Pollokê yê Mezin li ser lîsteya Partiya Neteweyî ya Skotlandê (SNP) , bi salan e ji bo mafên penaberan kampanyayan birêve dibe. Salih ji bo şermezarkirina binçavkirina hevalekî xwe bi hevalên xwe yên dibistanê re jî hevdîtin kiribû."

Kampanyaya wan a bi navê “Keçên Glasgowê”, bal kişand ser reftara ligel penaxwazan. Salih piştre bû yek ji damezrînerên Hevkariya Skotland û Kurdistanê û wek çalakvanekî mafên mirovan serdana bajarên Bakurê Kurdistanê kir.

Çalakvan Roya Pirayî

 

Di meha îlonê de wêneyê Roya Pîrayî belav bû û ew wêneya Roya Pîrayî li dengvedaneke mezin ligel xwe anî.

Roya Pîrayî keça Mîno Mecîdî wê jina kurd e ku di xwepêşandanên Kirmaşanê de bi teqeya hêzên Îranê canê xwe ji dest da. Pîrayî li ser gora dayîka xwe pora xwe ji binî ve jêkiribû û di destên xwe de girtibû û bi hêrs li kamerayan dinêrî.

Pîrayî yek ji wan rûyên bû ku piştî xwepêşandanên dijî hikûmetê yên ku li Îranê piştî mirina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî belav bûn, bû manşetên navneteweyî û bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re hevdîtin kir û daxwaza piştevaniyê bo xwepêşandanan ji Macron kir.

Perestar Nîgar Marîf

 

Nîgar Marîf, ku li Herêma Kurdistanê di beşa sereke ya şewatê de wek serek peresta kar dike, jinên ku bedena xwe dişewitînin derman dike. Ev çalakî hêj di nava jinên ciwan ên herêmê de weke rengekî protestoyî tê dîtin.

Marîf bi qasî 25 salan di nexweşxaneyan de xebitî. Herwiha ew nexweşên ku bi qezayê şewitîne jî derman dike.

Gelek ji jinên ku wê derman kirine, berî ku xwe bişewitînin rastî destdirêjiya derûnî û fîzîkî hatin, hin ji wan tenê 16 salî bûn.