Maduro: Eger di hilbijartinê de bisernekevim serokatiyê bicih dihêlim

Hewlêr (Rûdaw) - Îro hilbijartinên parlamantoyê li Venezuelayê birêve diçin û serokê wî welatî Nicolas Maduro dibêje, eger ew di hilbijartinan de ser nekeve, dê dest ji serokatiyê berde. Aliyê Opozisyonê jî biryar daye ku di hilbijartinan de beşdar nebin û baykot bikin, ji ber ku li gor gotina wan, daxwazên wan nehatine cîbicîkirin.

Li Venezuela hilbijartina parlamentoyê tê kirin û serokê welat jî tehedaya opozisyonê dike û dibêje eger di hilbijartinê de serkeftinê bidest nexe, dest ji serokatiyê berdide.

Serokê Venezuela Nicolas Maduro got: “Hun opoziyon ku hatine ser cadeyê daku êrîşê bînin ser min, bo wêya derewan bikin û tiştên bê wate bibêjin, bila em şert bikin. Roja Yekşemê di hilbijartinan de, eger hun bibin, ez serokatiyê bicîh dihêlim.”

Lê egereke kêm heye partiya Maduro di hilbijartinê de biser nekeve, ji ber opozisyonê hilbijartin baykot kiriye û serokê berê yê Parlamentoya Venezuela Juan Guaido dibêje, ti daxwazên wan nehatine cîbicîkirin heta beşdarî vê hilbijartinê bibin.

Serokê Opozisyona Venezuela Juan Guaido jî wiha axivî: “Hîç yek ji wan mercên me daxwaz kiribûn di proseya hilbijartinê de cih bo wan nehatiye vekirin ku ji aliyê dîktatorê vî welatî ve amadekarî jê re hatiye kirin. Ji wan mafê dengdanê, mafê xwe berbijêrkirinê, danîna çavdêrên serbixwe û vekirina rê ji rêxistina serbixwe ya Venezuelayê re bo çavdêrîkirina partiyan.”

Serokê Opozisyona Venezuelayê Juan Guaido xwe wek serokê demkî yê Venezuelayê nasandiye û Amerîka û 50 welatên hevpeyman wek serokekî rewa dan pê daye.

Lê piştî du salan ji hewlên navxwe û navdewletî bo dûrxistina Maduro ji ser desthilatê, Guaido ne ku nikarîbû tenê hevdengiyeke seranserî li dijî hikûmeta sosyalîst a Maduro çêbike, ku berdewamiya xebata Hugo Chavez e, lê egereke zêde heye ku piştî vê hilbijartinê opozisyon desthilata parlamentoyê jî jidest bide.