Harrisê pîrozbahî li Trump kir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Kamala Harris Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzeda Demokratan Kamala Harrisa ku di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de li hemberî namzedê Komariyan Donald Trump têk çû, telefonî wî kir û pîrozbahî lê kir.

Alîkarê Kamala Harrisê bi daxuyaniyekê ragihand:

“Harrisê telefonî Serokê hilbijartî Trump kir û ji bo serkeftina wî ya di hilbijartinên serokatiyê ya 2024an de ew pîroz kir.

Di hevdîtinê de, wê girîngiya veguhastina aştiyane ya desthilat û serokatiyê ya ji bo hemû Amerîkiyan diyar kir.”

Bi vî awayî, Harrisê têkçûna xwe ya di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê bi fermî qebûl kir.

Tê çaverêkirin ku saet 00:00an (bi dema Hewlêrê) axaftinekê bike û encamên hilbijartinan binirxîne.

Di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê yên ku 5ê mehê hatin kirin de, Trumpê namzedê Komariyan 277 delege bi dest xistin û bû 47emîn Serokê Amerîkayê.

Donald Trump dê 20ê Kanûna Paşîn a 2025an bi awayekî fermî sond bixwe û dest bi erkê xwe bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst