Trump dîsa bû Serokê Amerîkayê: Kê çi got?

5 demjimêr berê
RÛDAW
Donald Trump/Wêne: Arşîv
Donald Trump/Wêne: Arşîv
Nîşan Amerîka Hilbijartin Donald Trump Kamala Harris
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Donald Trump serkeftina xwe ya di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de ragihand.

Xelkê Amerîkayê çû ser sindoqan û di navbera Donald Trump û Kamala Harrisê de tercîha xwe kir.

Donald Trump di weşana zindî de serkeftina xwe bi gotinên, “Ez bûm serokê 47an, ez spasiya gelê Amerîkayê dikim” ragihand.

Donald Trump li Floridayê bi hevjîna xwe û malbata xwe re serkeftina hilbijartinên serokatiyê ragihand.

Hêzên mezin ên cîhanê li ser serkeftina Trump nêrînên xwe anîn ziman ku ji hev cuda bûn.

Rûsyayê peyama xwe bi rêya Wezareta Karên Derve ragihand û got:

“Serkeftina Donald Trump encama bêhêvîbûna gelê Amerîkayê ya ji birêvebiriya Biden e.

Demokratan propagandeyeke bihêz li dijî Trump kir.

Em pêşbîniya tiştekî mezin ji birêvebiriya Trump nakin.

Serkêşên siyasî yên Amerîkayê di helwesta li dijî Rûsya û sînordarkirina Moskowê de berdewam in.”

Trump bi bidestxistina 277 delegeyan a li hemberî Kamala Harrisê bi ser ket ku wê 224 delege bi dest xistin.

Yek ji peyamên li ser serkeftina Trump jî ji Çînê bû.

“Siyaseta me ya bi Amerîkayê re rûniştiye”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Nîngê anî ziman:

“Siyaseta me ya bi Amerîkayê re rûniştiye.

Em dê di bingeha rêzgirtina hevpar, bihevrejiyan û hevkariyê de li ser pêwendiyên Amerîka û Çînê berdewam bin.”

Li Amerîkayê heft eyaletên yeklayîker hene ku encamên hilbijartinan diguherin.

Trump ji wan eyalatan 4 bi dest xistin.

Ji bilî pirsgirêk û têbîniyên Trump û Yekîtiya Ewropayê yên li ser pênaseya gumrikê, bazirganî, guherîna avhewayê û bernameya atomî ya Îranê Almanyayê jî pîrozbahî li Trumpê 78 salî kir.

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz jî da zanîn:

“Zelal e, Donald Trump bi ser ketiye. Ez wî pîroz dikim.

Serok Trump di demeke ku alozî û qeyran zêde ne de vî erkî werdigire.

Di derbaskirina wan pirsgirêkan de roleke girîng a Amerîka û Serokê wê heye.”

Ev cara duyemîn e ku Trump kursiya Koşka Spî bi dest dixe.

Cara yekem jî rikeberê wî jin bû û ji 538 delegeyan 304 bi dest xistin.

Hillary Clintonê jî 227 delege bi dest xistibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst