Vedant Patel ji Rûdawê re: Me ji Sûdanî xwestiye lêpirsînê derbarê grûpên çekdar bike

06-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îraq Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel got ku wan ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî xwestiye ku lêpirsînê derbarê grûpên ku êrişî baregehên Amerîkayê kiriyê bike.

Li Îraq û Sûriyeyê ji 17ê Çiriya Pêşîn û vir ve di êrişên li dijî baregehên Amerîkayê de herî kêm 45 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, pirsên nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde yên li ser êrişan bersivandin.

Vedant Patel ragihand ku ew di wê baweriyê de ye ku Îraq şiyanê wê yekê heye grûpên ku êriş kiriye rûbirûyê berpirsiyariyê bike.

Petel got diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji Serokwezîrê Îraqê xwestiye ku lêpirsînê derbarê grûpên ku êrişî baregehên Amerîkayê kiriyê bike.

Pirsa Rûdaw û bersiva Petel wiha:

Rûdaw: Îro Serokwezîrê Îraqê li Îranê, bi rêveberên olî re civiya. Rêberê olî yê Îranê got, ‘ji bo ku di navbera Îsraîl û Hamasê de agirbest pêk were, pêwîst e hikûmeta Îraqê zêdetir zextê li Amarîkayê û artêşa wê bike.

Me duh zanî ku Wezîr Blinken, ji bo parastina baregehên Amarîkayê û cezakirina kesên êrişê baregehan dikin bang li hikûmeta Îraqê kiriye. Lewra ji wê demê ve li dijî hêzên Amarîkayê yên li Îraq, Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê 6 êriş hatine kirin.

Hûn difikirin ku hikûmeta Îraqê ji wan koman hesap nepirsî be? Ma dikarin hesap bipirsin?”

Vedant Patel: Em di wê baweriyê de ne ku hikûmeta Îraqê dê bikaribe ji wan koman hesap bipirse û em di wê baweriyê de ne ku ev xebat berdewam in.

Wekî ku hun jî dibêjin, Wezîr, Serokwezîr Sûdanî teşfîqê vê yekê kir û got divê komên xebatkarên Amarîkayê dikin armanc berpirsyar werin dîtin. Herwiha diyar kir ku ev yek xwedî girîngiyeke mezin e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst