Rûdaw bernameyeke nû ya li ser dahênanê radigihîne

Tora Medyayî ya Rûdawê bernameyeke li ser afirandinê ya ku tenê dabaşa siberojê dike, radigihîne. Pêşkêşkarê bernameya Nextê Namo Ebdullah dibêje “Siberoj ji demboriyê giringtir e.”

Rêveberê berê yê ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya Washingtonê ji bo pêşkêşkirina bernameyeke nû ya televîzyonê ya li ser dahênanê vedigere Rûdawê.

Program bi navê Nextê ye û dabaşa dahênanên teknolojî û zanistî yên herî nû yên cîhanê û bandora wan a li ser civakê dike.

Namo Ebdullah xwediyê zêdetirî 15 salan ezmûna rojnamevaniyê ye. Wî mijarên wekî polîtîkaya ewlehiyê, mafên mirovan û mijarên çandî rûmal kirine.

Karên wî di saziyên ragihandinê yên navdar ên wekî New York Times, Reuters û Dengê Amerîkayê de hatine weşandin. Herwiha damezrîner û sernivîserê berê yê Beşa Îngilîzî ya Rûdawê ye.

Bernameya Nextê dê her du hefteyan carekê rojên duşemê demjimêr 21:00ê bi dema Hewlêrê bi zaravayên Kurmancî yên jêrîn û jorîn li ser ekrana Rûdaw TVyê bê weşandin.

Versiyonên Îngilîzî, Tirkî û Erebî yên programê jî dê li ser malpera Rûdawê, YouTube û medyaya civakî ya Rûdawê belav bibin.

Di bernameyê de, Namo Ebdullah dê hevpeyvînên taybet bi pisporên pêşeng, dahêner û lêkolînerên li pişt afirandinên herî mezin ên cîhanê di warên hişê çêkirî, biyotek, bijîşkî, enerjiya nûbûyî, valahiya esmên û warên din de bike.

“Fikirkirina li ser siberojê asoya mirovan berfirehtir dike”

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed li ser bernameyê got:

“Em bi ragihandina destpêkirina programa Nextê pir kêfxweş in. Ev bername behsa siberojê dike. Em dixwazin bi hizirîna li ser siberojê nêrîna mirovan li ser pirsgirêkên niha jî dorfireh bikin da ku çareserî hêsan bibin. Fikirkirina li ser siberojê asoya mirovan berfirehtir dike.”

Ako Mihemed herwiha li ser pêşkêşkarê programa Nextê jî got:

“Namo Ebdullah her tim ji bo Rûdawê hêzeke mezin bû. Me xwest vê carê jî bi rengekî cuda û mifadar ji hemûyan re xuya bibe.

Ji ber vê yekê me pêwîst dît Namo behsa paşerojê bike û bernameyeke wisa girîng pêşkêş bike. Ji ber ku em piştrast in ku ew dikare naverokeke pir xweşik û têrtije pêşkêş bike.

Program Nextê rengvedana Rûdawê wekî toreke medyayî ya pêşeng û rekordşikên ji bo Kurdistan, navçe û derve ye.”

Armanca Nextê navtêdana temaşevanan ji bo dîtin û gotûbêjkirina li ser nûtirîn pêşketinên zanistî û teknolojîk û bandora wan a li ser siberoja mirovatiyê ye.

Next rê dide temaşevanan ku beşdarî gotûbêjê bibin û nêrînên xwe bi rêya medyaya civakî ya Rûdawê belav bikin.

Pêşkeşkarê bernameya Nextê Namo Ebdullah jî anî ziman:

“Ez bi vegera xwe ya Rûdawê ji bo destpêkirina vê bernameyê pir kêfxweş im. Ez her gav mereqdarê dahênanê bûm ka çawa dikare jiyana me baştir bike û pirsgirêkan çareser bike.

Ez hêvîdar im ku Next bibe platformeke ku em bi saya wê bikarin karîna ecêb a zanist û teknolojiyê bişopînin. Her wiha em hin gefên exlaqî û civakî yên ku zanist û teknolojî wan çêdikin jî gengeşe bikin.”

Derbarê Rûdawê de

Tora Medyayî ya Rûdawê saziyeke pêşeng a medyaya Kurdî ye ku xwedî televîzyon, radyo û medyaya dijîtal e.

Rûdaw pabend e ku nûçe û nêrînên rast, hevseng û cihêreng bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Tirkî pêşkêşî bînerên xwe bike.

Navenda sereke ya Rûdawê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye lê nivîsgeh û peyamnêrên wê li çend welatên cîhanê hene.

Ji bo zanyariyên bêhtir li ser programa Nextê yan bernameyên din ên Rûdawê, ji kerema xwe pêwendiyê bi support@rudaw.netê re dayînin.