Guhertinên keşûhewa bandoreke mezin li ser çiyayên Îtaliya kiriye

06-11-2022
RÛDAW
Çalakvanekî Îtalî dibêje ev çend sal in berfa destkird çêdikin, lê eger hewa bi vî awahî germ be, sûda berfa çêkirî jî namîne.
Çalakvanekî Îtalî dibêje ev çend sal in berfa destkird çêdikin, lê eger hewa bi vî awahî germ be, sûda berfa çêkirî jî namîne.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Guhertina keşûhewayê bandor li temamê cîhanê kiriye û li bilindahiyên çiyayên navçeya Kortîna a Îtalya, êdî weke berê berf nema ye.

20 sal berî niha û ligel sarbûna hewayê, navçeya çiyayî ya Kortîna li bakurê Îtalyayê ew qas befir têde bû ku bi hezaran hezkirên kaşûnê serdana wê dikirin.  

Guherîna keşûhewayê, hewa germ kiriye û gefan li vê werzîşa ku temênê wê bi dehan sedsal in dike.

Çalakvanekî Îtalî dibêje ku ew çend sal in berfa destkird çêdikin, lê eger hewa bi vî awahî germ be, sûda berfa çêkirî jî namîne.

Çalakvanê Îtalî Silverio dibêje: “Bi giştî pileya germayê nêzîkî 1.1 pile bilind bûye. Lê dibe ku li hinek cihan 2 pile jî zêde bûbin. Ev çend sal in em berfê bi dest çêdikin, lê eger hewa bi vî awayî germ be, berfa çêkirî jî sûda xwe namîne.”

Ji bilî guherîna keşûhewayê, şerê Ukraynayê û bihabûna nirxê sotemeniyê aboriya welatên cîhanê rûbirûyî enflasyonê kiriye û li Îtalyayê gihiştiye derdora ji sedî 12.

Ev jî wiha dike nirxê bilêtên teleferîkan û xizmetguzariyên din ji 60 dolar bo zêdeyî 150 dolaran biha bibin.

Serokê Şaredariya Kortîna Lorenzi jî got: “Em hêvîdar in ev hikûmeta nû ya Îtalyayê bernameyên xwe bide karkirinê û nirxê sotemeniyê erzan bike. Bi wî awayî em dikarin henaseyekê bidin kaşûnê û ji sistiyê rizgar bikin.”

Li seranserî Îtalyayê zêdeyî 900 kargehên berhemanîna kelûpelên werzişî hene, nêzîkî 200 ji wan taybet in bi werzîşa kaşûnê.

Tevî hemû plan û amadekariyan, hêj jî pêşbiniya demsaleke bi temamî sir û serma tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst