Li Kenyayê ji ber hişkesaliyê hejmareke zêde ya ajelan jinav çûne

06-11-2022
Mihemed Ibrahîm
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Kenya Hişkesalî Ajel Jinavçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çolistanên Kenyayê ev du sal in baran nebariyaye, ji ber vê yeê hişkesalî çê bûye û giya û keskayî nemaye, vê yekê jî wiha kiriye ku hejmareke zêde ya ajelên kovî jinav biçin û jiyana gelek ajelên din jî bikeve metirsiyê.

Wezîra Geştûguzariyê ya Kenyayê Peninah Malonza got "Ji ber hişkesaliyê hejmareke zêde ya ajelên kovî mirine. Wek gakovî, zebra û fîlan."

Li gor raporekê ku ji aliyê Sindoqa Cîhanî ya Xwezayê ve hatiye belavkirin, navçeyên herî zêde ku ketine bin bandora hişkesaliyê navçeyên Amboseli, Tsavo û Laikipia-Samburu yên Kenyayê ne.

Kordînatorê Bernameya Fîlan ya Sindoqa Cîhanî ya Xwezayê Samson Lenjir dibêje "Dema em fîlekî ji dest bidin ku hem tiştên giyayî û yên ne giyayî dixwe, wek mînak dê rewşa çêlekan çi be ku bi awayekî serekî giyayî ne? Jîngeha çêrandinê di metirsiyê de ye, ji ber em ne tenê ajelan ji dest didin, herwiha em dê mirovan jî jidest bidin."

Li gor Wezareta Geştûguzariyê ya Kenyayê di 9 mehên destpêkê yên 2022an de li Kenyayê 205 fîl, 512 gakovî, 51 gamêş, 381 zebra, 49 zebrayên Grevy û 12 zurafe jinav çûne.

Pêdiviya her fîlekî rojane bi 240 Litrên avê heye. Li gor Bernameya Xorakê ya Cîhanî ji ber hişkesalî û barana kêm di çar demsalan de li Qoçê Afrîqayê metirsî li ser jiyana 18 milyon xelkê Somal, Etîyopya û Kenyayê heye ku xwarina pêwîst bidest wan nekeve.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst