Li nêzîk baregeha leşkerî ya Tirkiyê teqîn: 5 kuştî hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li Somaliyê di êrîşeke xwekujî ya li kampa perwerdeya leşkerî de 5 kes hatin kuştin. Hat diyarkirin ku êrîş li ciheke nêzîkî baregeha leşkerî ya Tirkiyê pêk hatiye.

Serfermandarê Somaliyê General Odawa Yusuf di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku li paytexta wî welatî bajarê Mogadîşuyê êrîşî navenda perwerdehiya leşkerî hatiye kirin.

General Odawa Yusuf da zanîn ku di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar bûne.

Rêxistina El-Şebab berpirsyariya teqînê li xwe girtiye.

Efserê artêşa Somaliyê Abdurahman Alî ji ajansa Associated Press a Amerîkayê re axiviye û ragihandiye, di êrîşê de sivîlên ku ji qada kampa leşkerî derbas bûne birîndar bûne.

Odawa Yusuf got ku êrîşkar li kampa rahênana leşkerî ya General Dhaga-Badan xwe wek leşker xwe nîşan da.

Hat diyarkirin cihê ku êrîş lê hatiye kirin gelek nêzîkî baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li Mogadişuyê bûye.