Bulgaristanê hêza leşkerî li ser sînorê Tirkiyê belav kir

06-11-2021
RÛDAW
Nîşan Bulgaristan Tirkiye Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên sînorî yên Bulgaristanê yên li gel Tirkiyê, hejmarek polîs û leşkerên Bulgarî hatine belavkirin, da ku rê li ber koçberan bigirin, ew ên ku dixwazin bi rêya Tirkiyê derbasî wir bibin û piştre berê xwe bidin welatên din ên Ewropayê.

Boyko Rashkov, Wezîrê Navxwe yê Bulgaristanê, dibêje, “Pêla koçberiyê ya niha wek ya berî mehekê û du mehan e. Wezîrê Navxwe yê Trikiyê em piştrast kirin ku Tirkiye gavên pêwîst diavêje, daku koçber berê xwe nedin sînorê me.”

Bulgaristanê derdora 350 leşker ji hêzên bejayî ligel  40 yekîneyên leşkerî yên din li ser sînorê xwe yê ligel Tirkiyê belav kirine, hem çavdêriya sînor dikin û hem jî cihên hatine têk birin wan cihên têlbendkirî, çêdikin.

Deyan Mollov, Serokê Polîsên Sînorî yên Bulgaristanê, dibêje, “Di 24 demjimêrên borî de li ser sînorê Bulgaristan û Tirkiyê 192 kesên ku dixwestin bi qaçaxî derbas bin, hatin vegerandin, li nav welat me tenê koçberekî qaçax desteser kir."

Bulgaristan ku ji 2007an ve bûye endamê Yekîtiya Ewropayê, di navbera 2013 û 2018an de bi dirêjahiya 260 kîlometreyan sînorê xwe yê ligel Tirkiyê têlbend kir, daku rê li ber pêla koçberiyê ya ji Tirkiyê bo Ewropayê bigire.

Li gor amarên Wezareta Navxwe ya  Bulgaristanê, ji destpêka îsal ve û heta niha  zêdeyî 6 hezar û 500 kes bi qaçaxî ji Tikriyê derbasî nav axa wî welatî bûne û ji wir berê xwe dane welatên din ên Ewropayê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst