Lindsey Graham piştgirî li helwêsta Trump kir

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Komarî, Lindsey Graham piştgiriya helwêsta Donald Trump ya têkildarî encamên hilbijartinên serokatiyê kir û ragihand, Trump divê bi dijwarî têbikoşe û rûbirûyê encamên hilbijartinan bibe.

Graham got, wateya demokrasiyê “hilbijartina adilane” ye.

Wî senatorê Komarî ku vê carê jî di hilbijartinan de serkevt û bû senator, diyar kir, dema ku Demokrat rûbirûyê encamên hilbijartinan dibin, medya pesnê wan didin, lê dema ku Komarî heman karî dikin, ew bi lawazkirinê demokrasiyê tên tawanbarkirin.

Lindsey Graham destnîşan kir, divê ew şans bi Trump were dayîn daku helwêsta xwe bîne ziman û belgeyên binpêkariyê aşkere bike.

Serokê Amerîkayê û berbijêrê Komariyan di hilbijartina serokatiyê de, Donald Trump di çendîn peyam û daxuyaniyên xwe de, behsa sextekariyê di encamên hilbijartinan de dike û daxwaz dike, ku hejmartina “dengên neyasayî” li çend wilayetên ku hêj nehatiye yekalîkirin, bê rawestandin.

Donald Trump dibêje, pêwîst e hemû dengên yasayî bêne hejmartin û tekez dike, bi rêya yasayê ew dê hemû karên pêwîst û lidûvçûnan bikin, ji bo ku xelkê Amerîkayê derbarê hikûmeta xwe de piştrast bin.

Heta niha pênc wilayet mane ku dengên wan nehatiye yekalîkirin, li sê wîlayetên Nevada, Georgia û Pennsylvania, Joe Biden berbijêrê Demorkatan li pêş Donald Trump ketiye û eger Biden li yek ji wan wîlayetan serkeftinê bidest bîne, dê bibe serokê Amerîkayê yê nû.