Nadine Maenza: Êrîşa Tirkiyê rê li ber vegera Mesîhiyan digire

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgira Serokê Encûmena Amerîka ya Azadiya Olî ya Navdewletî, Nadine Maenza ragihand, ku êrîşa Tirkiyê li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê, vegera Mesîhiyan bo gundên wan rawestandiye.

Cîgira serokê Encûmena Amerîka ya Azadiya Olî ya Navdewletî aşkere kir, ku Mesîhî ji aliyê DAIŞê ve, ji navçeyên wan li Sûriyê hatine derxistin, lê piştî vegera ewlekariyê, wan xwestine vegerin navçeyên xwe.

Nadine Maenza, Tirkiyê bi wê yekê tuhmetbar dike, ku tewan li dijî kemîneyan li navçeyên di bin destê wê de, li Bakurê Sûriyê encam dane.

Cîgira serokê Encûmena Amerîka ya Azadiya Olî ya Navdewletî amaje bi wê yekê jî kir, ku baştirîn çare ji bo vegera Mesîhiyan, Êzidî û Kurdan bo navçeyên wan, danpêdana siyasî ya bi Rêveberiya Xweser e.