Li wîlayeteke Amerîkayê deng dê ji nû ve bên hejmartin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê proseya cudakirina dengan li 6 wîlayetan berdewam e û li wîlayeta Georgia ku berbirêjêrê Demokratan Jio Biden ketibû pêş berbijêrê Komariyan Donald Trump, deng dê ji nû vê bên hejmartin.

Wîlayeta Gerogia xwedî 16 kursiyan e û eger Biden ku niha 274 kursî bidest xistine, li vê wîlayetê serbikeve dê bibe serokê nû yê Amerîkayê.

Sekreterê Wîlayeta Georgia Brad Raffensperger ragihand, nêzikî 5 milyon deng hatine hejmartin û ciyawaziya di navbera rikaberan de jî gelek kêm e û lewma deng dê ji nû ve bên hejmartin.

Li wê wîlayetê hejmartina dengan di berjwendiya Trump de bû lê piştî hejmartina dengan bi rêjeya ji %98 Biden ket pêşiya rikaberê xwe.

Li aliyê din li wîlayetên Carolîna Bakur û Alaskayê Trump li pêş e û jibilî Georgia li wîlayetên Pensilvanya, Nevada û Arizona jî Biden nêzikî serkeftinê ye.