Serokê Misirê ji bo keça kurda êzidî girya

06-11-2017
RÛDAW
Konferansa Cîhanî ya Ciwanan li Misirê
Konferansa Cîhanî ya Ciwanan li Misirê
Nîşan Konferansa Cîhanî ya Ciwanan Misir Lemya Beşar
A+ A-

Şarm el Şeyx (Rûdaw) – Di Konferansa Cîhanî ya Ciwanan a li havîngeha bajarê Şarm el Şeyx a Misirê de, keça kurda êzidî Lemya Beşar behsa êş û janên xwe û hevalên xwe, di bin destê DAIŞê de kir. Gotinên Lemya bû sedema wê ku di serî de Serokê Misirê, çavê piraniya beşdaran pir bi rondik be.


Konferansa Cîhanî ya Ciwanan, li havîngeha bajarê Şarm el Şeyx a Misirê, bi serpereştiya Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî, bi beşdarbûna çendîn serok û berpirsên ereb û welatên biyanî bi rêve diçe, ku ji 113 welatan nêzîkî 3 hezar ciwan beşdar dibin.

 

Di konferansê de Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî daxwaz kir, ku ji bo avakirna paşerojeke geş û şaristaniyê, li dijî teror û cihêkariya rêgez û rengan tekoşîn were kirin.

 

Sîsî got: “Teror mirovahiyê binpê dike û rûbirûbûna terorê mafekî rewa yê mirovbûnê ye. Pêwîste bergeheke me ji bo suberojê hebe, ku tekeziyê li ser cîhanekî raram û seqamgîr bike li saya aştî û azadiya bwerî û hizir de.”

 

Paşî keça kurda êzidî Lemya Beşar, ku ji destê DAIŞê rizgar bibû, gotarek pêşkeş kir û behsa serboriya xwe û kurdên êzidî kir.

 

Gotinên Lemyayê pir bandor li beşdarên konferansê û herwiha Serokê Misirê jî kir û axaftina wê bi çepikan hate pêşwazîkirin.

 

Lemya Beşar got: “Bi hezaran keçên weke min û ji min biçûktir rûbirûyê destdirêjiyê bûn. Zarok û xort jî dibirin bingehên şer da ku bibin DAIŞî. Salek û 8 mehan ez di destê wan de mam û min 5 caran hewla revê da. Lê bombeyak bi min û hevalên min ve teqiya. Hevalên min şehîd bûn û ez bi giranî birîndar bûm. Piştî rizgar bûm min biryar da çîroka xwe bigihinîm bi hezaran keçên din ên cîhanê. Ez dibêjim, Xwedê ez rizgar kirim da ku bibim dengê hemû jinên qurbanên şer ên cîhanê. Mixabin, hê jî 3 hezar û 500 jin û zarokên êzidî di destê DAIŞê de mane. Çend endamên malbata min jî di nav de ne. Heta niha jî civaka navdewletî ji bo wan ti tiştek nekiriye.”

 

Konferansa Cîhanî ya Ciwanan dê heta roja Pênşemê 09-11-2017 berdewam bibe. Di konferansê de ji bilî pirsgirêka terorê û rola ciwanan a di rûbirûbûna terorê de, dê guhertinên jîngehê, pirsa penaberan, rola genkan a di avakrin û parastina aştiya cîhanî û bikaranîna enerjiya genkan jî were gotûbêjkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst