Zarokên Kurdan li Awisturyayê fêrî Kurdî dibin

Dusseldorf (Rûdaw) – Zarokên Kurdan ên ku malbatên wan ji welêt bar kiriye li Awisturyayê fêrî zimanê dayîka xwe dibin.

Li Awisturyayê rastgir bi ser ketin û hîn ne diyar e bê ma paşeroja hikumdariyê dê çawa be lê eşkere ye ku ji bo kesên ku paşxaneya wan a koçberiyê heye rêyeke dijwar heye.

Digel vê jî ji bo xweguncandin û beşdarbûne civaka Awisturyayê hewldanên baş û xurt hene.

Kurdên li Awisturyayê di nava van nezelalî û rewşa şêlû de jî destê xwe ji zimanê xwe naşon û ji bo zîndîhiştina zimanê xwe û nasnameya xwe hewlên baş didin.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno di wî warî de çîrokeke peyda kiriye û ji we re vediguhêze.

Birêvebira Dibistana Kurdî Jale Şêrwanî li ser dibistaneke Kurdî ya Li Viyanayê got:

“Sala 2004-2005 ev dibistan hat vekirin. Ez bi xwe li wir mamoste bûm û bi gelek mamosteyên din ên jêhatî re, berê birêvebera me mamoste Pexşan bû.

Heta wê gava ku korona hat em diçûn dibistanê. Êdî seba koronayê zarok nedihatin dibistanê û hejmara zarokan kêm bû.

Niha zêdetirî heştê xwendekarên me hene. Du polên me yên Soranî û du polên me yên Kurmancî hene.

Ez bi xwe serpereştiya mamosteyan dikim û sê mamosteyên me yên jêhatî hene û em hemû jî serpereştiya dibistanê dikin.”

“Em girîngiyeke mezin didin nasnameya Kurdî”

Mamosteyê Zimanê Kurdî Mezlûm Şêxî diyar kir ku ew pirtûkên Herêma Kurdistanê bi kar tînin û anî zimên:

“Em li benda pirtûkan in ku bigihin destê me.

Pirtûkên ku em wan ji bo fêrbûnê li vir bi kar tînin, heman pirtûk in ku li dibistanên din jî tên bikaranîn, her wisa li dibistanên Herêma Kurdistanê jî tên bikaranîn.

Em girîngiyeke mezin didin nasnameya Kurdî. Her wisa em girîngiyê didin wê yekê ku em zarokê ku tê dibistana me bi başî binasin.

Navê wî/wê çi ye? Çend salî ye? Ji kîjan bajarî hatiye? Êdî ji bilî waneyan, em wan hînî stranên Kurdî yên resen jî dikin.”

Çawana 8 salî diyar kir li dibistana Kurdî dixwîne û bi Kurdiya xwe ya şêrîn got:

“Navê min Çawan Cêgir e, ez heşt salî me. Ev du sal in ez li dibistanê dixwînim û dixwazim bixwînim û hîn bibim. Ez li Kurdistanê hatime dinyayê.”

Neyroyê 12 salî jî wiha axivî:

"Navê min Neyro ye û ez 12 salî me, ez hatime vê dibistanê da ku ez fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bibim û her wisa fêrî wênekêşiyê jî bibim."

“Em bi dildarî hatine û dersên zimanê Kurdî didin”

Mamosteya Kurdî Wenewşe Xidirê diyar kir ku ew dersên Kurdî bi dildarî didin û anî zimên:

“Em bi dildarî hatine û dersên zimanê Kurdî didin. Pirtûk tev ji Kurdistanê ji me re tên. Em bi xwe alavên xwendinê li vir çêdikin.

Wekî mînak, em bi xwe kart, tîp û wêneyan çêdikin û em bi xwe piraniya tiştan bi kar tînin.

Em peyv û tîpan li ser kompîterê dinivîsin çimkî pirtûk bi tenê kêm e û ji şagirtan re zehmet e jî.

Wekî em dizanin tevahiya xwendekaran bi zimanê Almanî hatine fêrkirin û perwerdekirin.

Dema bi zimanê Kurdî dixwînin ji bo wan hinekî zehmet e. Loma em ji wan re hêsan dikin.”

Barizê Dihokî jî got, “Navê min Bariz e. Ez neh salî me û dê û bavê min xelkê bajarê Dihokê ne. Ev salek e ez li dibistana Kurdî dixwînim.”

“Werin vê dibistanê û fêrî zimanê Kurdî bibin”

Kenarê jî bangî zarokan kir ku herin bi Kurdî bixwînin û berdewam kir:

“Navê min Kenar e, ez ji hemû zarokên Kurd ên li vir dixwazim ku werin vê dibistanê û fêrî zimanê Kurdî bibin.”

Laneya 12 salî jî heman bang kir û pê de çû:

“Navê min Lane ye, ez 12 salî me, ez li Awisturyayê ji dayik bûme û dixwazim zarokên Kurd ên ku li Awisturyayê ji dayîk bûne û li vir dijîn, werin vê dibistanê û zimanê Kurdî bixwînin.”

Lorînê jî got, "Navê min Lorîn e. Bavê min ji Merîwanê ye û dêya min jî Slovak e. Ango ez Kurd, Alman û Slovak im.”

Mamoste Mezlûm Şêxî li ser hejmara xwendekaran û planên xwe jî eve agahî dan:

“Li xwendina Kurmancî zêdetirî bîst û pênc xwendekarên me hene û hejmar baş e û gelek malbat pêwendiyê bi min re dikin û ew jî dixwazin zarokên xwe bînin vê dibistanê û hînî zimanê Kurdî bibin.

Ev roja duyem e ku me îsal dest bi xwendinê kiriye.

Hefteya bê em dê xwendekaran li gorî temenê wan ji hev cuda bikin û mamosteyên bêtir jî bînin.”

Jale Şêrwaniyê jî li ser bernameyê got, “Hemî rojên şemiyê, em li dibistana Kurdî ji demjimêr 10:00ê sibehê heta demjimêr 1ê piştî nîvro dixebitin.”