Brîtanyayê li ser koçberan biryareke nû da

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Brîtanyayê ji ber kombûna dosyeyên koçberan a li Wezareta Karên Navxwe biryar da ku koçberên di otêlan de hinekî din jî li wir bimînin.

Tevî ku Partiya Karkerên Brîtanyayê soza kêmkirina hejmara otelên ku koçber lê dimînin dabe jî kombûna dosyeyên koçberan a li Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê rê li ber bicihkirina biryarê girt.

Heta niha li Brîtanyayê 30 hezar koçber bi awayekî demkî li 250 otelan dimînin û divê li hêviya yekalîkirina dosyeyên xwe ne.

Vê yekê ji Hikûmeta Brîtanyayê re rojane 4,2 milyon pound mesrefek çêkir.

Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê da zanîn ku zêdetirî 87 hezar dosyeyên koçberiyê kom bûne ku divê di nava 12 û 18 mehan de werin yekalîkirin.

Li aliyê din, 137 hezar û 525 dosyeyên îstinafê hene ku divê biryar were dayîn ka ew koçber dê bimînin an jî werin dersînorkirin.

Rojane bi rêya Deryaya Manşê zêdetir koçber bi keştiyan berê xwe didin Brîtanyayê û hejmara wan her ku diçe zêdetir dibe.