Trump hedef nîşan da: Êriş bikin!

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Amerîkayê û namzedê Komarparêzan Donald Trump got, "Divê Îsraîl êrişî tesîsên nukleer ên Îranê bike."

Serokê Amerîkayê Joe Biden careke din diyar kir ku êrişeke muhtemel a Îsraîlê ya li ser Îranê divê "birêje" be.

Serokê berê yê Amerîkayê û namzedê Komarparêzan Donald Trump tekez kir ku divê Îsraîl tesîsên nukleer ên Îranê bombebaran bike.

Donald Trump li Californiaya Bakur di çarçoveya kampanyaya xwe ya hilbijartinê de helwesta Joe Biden a derbarê êrişên li Îranê rexne kir û got:

"Bi ya min ew (Biden) xelet e. Ya ku bi rastî divê em lê xin ne ew (tesîsên nukleerî) in?"

Trump li ser pirsa "Gelo Biden piştgiriyê dide ku Îsraîl tesîsên nukleer ên Îranê bike hedef?" got, "Bersiva min na ye."

"Pêşî li tesîsên nukleer bidin"

Trump di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman:

"Dema ku ev pirs hat kirin divê bersiva wî (Biden) `Pêşî li tesîsên nukleer bidin, yên din em dê paşê bifikirin' bûya.

Ew dê di demeke nêzik de bibin xwediyê çekên nukleerî û paşê hûn dê rûbirûyî pirsgirêkan bibin."

Li aliyê din, rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji CNNê re diyar kir ku wan nekariye derbarê êrişkirina tesîsên nukleerî "garantiyê ji Îsraîlê wergirin."