Du botên koçberan binav bûn; 15 term hatin dîtin

06-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîk Girava Lesbosê ya Yunanê li Deryaya Spî 2 botên koçberan ku nêzî 40 kes tê de bûn binav bûn. Li gor zanyariyên destpêkê termên 15 kesan hatine dîtin.

Hêza ewlekariya peravê ya Yûnanistanê îro danê sibê di daxuyaniyekê de ragihand ku 2 botên koçberan ku nêzîkî 40 kes tê de bûn li nêzîk girava Lesbosê binav bûn.

Hatiye ragihandin ku herî kêm termên 15 kesan hatin dîtin, û gelek kes jî winda ne.

Şaxa Deryaya Navîn a Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (IOM) herî dawî di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku di 9 salên dawî de hejmara koçberên neqanûnî yên li Deryaya Spî xeniqîne û canê xwe ji dest dane, nêzî 25 hezar kesan e.

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst