Xezal Sîdo li Almanyayê bi xakê spartin

06-10-2019
RÛDAW
Xezal Sîdo roja 27ê Îlona 2019an koça dawî kiribû
Xezal Sîdo roja 27ê Îlona 2019an koça dawî kiribû
Nîşan Xezal Sîdo Kurd Almanya Dayika Kurdan
A+ A-

Bonn (Rûdaw) - Çalakvana Kurd a navdar a ji Efrînê, Xezal Sîdo ku çalakvaneka navdar a Almanyayê bû û piraniya kurdan li ser medyaya civakî wê weke "Dayika Kurdan" bi nav dikirin, li bajarê Bonnê bi xakê spartin.

Cenazeyê Xezalê ku 27ê Îlonê li Almanyayê koça dawî kiribû duh Şemî 5ê Cotmehê di merasimeke hêja de li bajarê Bonnê bi axê spartin.

Di merasîmê veşartinê de  malbata Sîdo, hejmareke hezkiriyên  wê yên Kurd û Alman amade bûn.

Xezal Sîdo di 02-02—1944an li gundê Basotê yê herêma Efrîna Rojavayê Kurditsanê û ji malbateke navdar a Kurdên Êzidî ya wê herêmê ji dayik bûye.

Di temenê xwe yê zarokîtiyê de, li Efrîn, Şam û Laziqiyeyê jiyaye û her ji temenê xwe yê gencîtiyê ve, ji bo mafên Kurdan û bi taybetî jî mafên jinan xebat û çalakî kiriye.

Di sala 1967an de çûye Almanyayê û li wî welatî di warê hemşîretiyê (perestarî) de xwendina xwe qedandiye. Sala 1972an li gel Dr. Salih Sîdo zewicî ye û 3 kurên wan hene.

Di sala 1968an de dibe Endama Rêxistina Xwendekarên Kurd li Ewropayê (KSSE) û wê demê yekane endama jin di wê rêxistinê de bûye. Di sala 1971an de bûye Endama Rêxistina Gelên Jêr Xeterê.

Sala 1990, bi alîkariya wê çalakvana Kurd a Efrînî, Herêma Nordrhine Westefallen (NRW) a Almanyayê, 300 hezar mark weke alîkarî bo avedankirina gundên Başûrê Kurdistanê şand û li 3 gundan nêzîkî 100 xanî ji welatiyên Kurd re ava kir.

Xezal Sîdo, herwiha Endama Navenda Kurdî ya li bajarê Bonnê bû. Xezal Sîdo bê cudayî, alîkariya hemû kurdan dikir û di nav Kurdên Almanyayê û hemû Ewropayê de kesekî gelek xweştivî bû, lewma piraniya Kurdan di medyaya civakî de wê jina Kurd, weke dayika Kurdan bi nav dikin.

Xezal, demeke dirêj bû ku bi nexweşiyeke giran ketibû û roja 27ê Îlona 2019an koça dawî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst