Pentagon: Alîkariyên ji bo pêşmerge dê berdewam bikin

Navenda Nûçeyan – Dema dabînkirina alîkariyên darayî yên Amerîkayê ji bo Hêzên Pêşmergexilas bû. Heta niha jî ji bo berdewamkirina alîkariyan danûstandinan dest pê nekirine lê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê Pentagon tekez dike, ku dê alîkariyênw an ên ji bo Hêzên Pêşmerge berdewam be.

 

Berdevkê Pentagonê Erîc Pahon ji Al,Monitor re axivî û ragihand, ku rêkeftina di navbera Wezareta Berevanî ya Amerîkayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de di Tîrmeha 2017ê de bidawî bû.

 

Pahon da zanîn, ku alîkariya dawîn a Pentagonê ya ji bo pêşmerge jî pereyê meaşan bûye û ew jî di destpêka Îlonê de hatiye dayîn.

 

Berdevkê Pentagonê da zanîn, ku mijara giştpirsiyê bandorê li ser peywendiyan nake û eger rêkeftina alîkariyê ya di navbera alîyan de neyê nûkirin jî dê Pentagon alîkariyên xwe berdewam bike.

 

Erîc Pahon got: “Pentagon dê di warê ewlekarî, rahênan û dabînkirina çekan de alîkariyên xwe yên ji bo pêşmerge berdewam bike.”

 

Roja 13ê Tîrmeha 2017ê, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di navbera Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî û Alîkara Wezîrê Berevanî ya Amerîkayê Elîsa Slotkîn de protokola leşkerî hatibû îmzekirin.

 

Li gorî vê protokolê Amerîkayê alîkariya leşkerî û darayî pêşkeşî Hêzên Pêşmerge kir. Hêjayê gotinê ye, ku ev yekemîn protokola fermî ya di navbera Amerîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû.