Pentagon: Berpirsekî pilebilind ê El Qaîde li Lîbya hat girtin

06-10-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastina Amerîka (Pentagon) ragihand, di encama operasyonên li dijî berpirs û endamên El Qaîde de, berpirsekî rêxistinê li Lîbya ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.

Li gorî ajansên nûçeyan, di çend rojên borî de tîmên taybet ên Amerîka li Lîbya û Somaliyê li dijî endam û berpirsên rêxistina El Qaîde û pêveka wê ya li Somalê El Şebab operasyon pêk anîn.

Derheqê operasyonan de berdevkê Pentagonê George Lîttle agahî da û ragihand, di encama operasyonan de berpirsekî EL Qaîde yê bi navê Ebû Enes el Lîbî li paytexta Lîbya Trablosê hatiye girtin. Amerîka 5 milyon dolar wek xelat bo dîtin yan jî agahiyên ku bibin sedema girtina El Lîbî terxan kiribû.

Little her wiha diyar kir ku Ebû Enes el Lîbî niha li cihekî li derveyî Lîbyayê girtî ye lê agahiyên zêde neda.

Ajansa nûçeyan a AP jî ragihand, el Lîbî ji aliyê tîmên taybet ên bi navê “Delta Force” (hêza Delta) ve hatiye girtin. Hêza Delta ya Amerîka li bakûrê Afrîqa li dijî terorîzmê şer dike.

Beriya niha Ebû Enes el Lîbî ji aliyê dadgeheke Amerîka ve bi wê hatibû sûcdarkirin ku destê wî di teqînên li dijî balyozxaneyên Amerîka yên li Tanzanya û Kenyayê yên 7ê Tebaxa 1998an de hebûye. Di wan teqînan de herî kêm 220 kes hatibûn kuştin.

Hat gotin, tîma taybet a amerîkî ya bi navê “Navy Seal Team 6” ku serokê El Qaîde Osame Bin Ladin jî kuştibû, li Somalê bo girtina berpirsekî rêxistina El Şebabê ku tê gotin destê wî di êrişa vê dawiyê ya bajarê Barave yê Somalê de hebûye, operasyon li dar xist lê nekarîn wî bigirin.

Hat gotin, di operasyonên Lîbya û Somalê de tu zirarek negihîştiye hêzên Amerîkî.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst