Hikûmeta Sûriyeyê nahêle NY lêkolînê li ser çekên kîmyewî bike

4 demjimêr berê
Sinan Tunçdemir
Civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî/Wêne: Rûdaw
Civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî/Wêne: Rûdaw
Nîşan Hikûmeta Sûriyeyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Çekên Kîmyewî
A+ A-

New York (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ji bo ku teknîker bikaribin lêkolînên xwe yên çekên kîmyewî bikin bangî Hikûmeta Sûriyeyê kir ku rê bide wan.

Sala 2013yan pêşnûmeya 2118an ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû pejirandin û rê dida Neteweyên Yekbûyî ku karibe lêkolînan li Sûriyeyê bike.

Teknîkerên Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku Hikûmeta Sûriyeyê ji bo lêkolînê rê nade wan.

Bi taybetî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî da zanîn ku tîma wan dê piştî 2 hefteyan biçe Sûriyeyê û divê rêveberiya Sûriyeyê ji bo kar û xebatên wan bibe alîkar.

Şandeyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî yê Filistînê Stephane Dujarric got:

“Rêvebir û cîgirê nûnerê bilind ji bo Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ji bo bikaranîna pêşnûmeya bi navê 2118an daxuyanî da Konseya Ewlehiyê.

Ev pêşnûme ji bo programa qedexekirina çekên kîmyewî yê Sûriyeyê ye.

Her wiha wî got ku tîma nirxandinê dê meha Îlona 2024an ji bo cara 28an biçe Sûriyeyê.

Her wiha bangî rêveberiya Sûriyeyê kir ku bi awayekî hevbeş bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî re bixebite.”

Di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de hemû endaman anî ziman ku divê çekên kîmyewî neyên bikaranîn û heger aliyek bi kar bîne jî divê wekî berpirsyar were dîtin.

Di vê çarçoveyê de Cigîrê Nûnerê Amerîkayê got, gelek nîşane hene ku rêveberiya Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye û divê wekî berpirsyar were dîtin.

“Wan li hemberî welatiyên xwe çekên kîmyevî bi kar anîn”

Cigîrê Nûnerê Amerîkayê yê NYyê Robert Wood anî ziman:

“Her kes dizane ku wan li hemberî welatiyên xwe çekên kîmyevî bi kar anîne û ew berpirsyar in.

Xwe ecêb nîşan didin û dibêjin belge û dokuman nînin. Mixabin welatiyên Sûriyeyê ev 13 sal in vê êşê dikişînin.

Em dê bi berdewamî hewl bidin ji bo berpirsyariya Sûriyeyê û hêvî dikim dewletên din jî wisa bikin.”

Nûnerê Sûriyeyê jî di civînê de ev gilî û gazin hemû red kirin û got ku wan ti carî çekên kîmyewî bi kar neanîne û ew bi awayekî alîkar bi teknîkerên NYyê re dixebitin.

Nûnerê Sûriyeyê yê NYyê Koussay Aldahhak jî got:

“Raporên mehane yên Birêvebirê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bi berdewamî hincetên wekî hev û ne rast û tawanbariyên dijminî yên dewletên Ewropayê yên li hemberî Sûriyeyê parve dike.

Dewleta min jî van hincetan bi kategorîk û temamî red dike.”

Her çiqas Sûriyeyê gilî û gazinan red kirin jî hin lêkolînên NYyê nîşan didin ku nîşaneyên çeken kîmyewî li Sûriyeyê hatine dîtin.

Ji bo encameke baştir divê lêkolînên baştir werin kirin û ji bo vê jî divê Sûriyeyê zêdetir rê bide wan da ku ew li Sûriyeyê bi awayekî rêkûpêk lêkolînan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst