Li Kenyayê agir bi dibistanê ket: Gelek xwendekar mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kenyayê dibistanek şewitî, 16 xwendekar mirin û 14 xwendekar birîndar bûn.

Berdevka Polîsê Kenyayê Nairobi Resila Onyangoyê ragihand ku agir bi dibistaneke herêma Nyeriyê ketiye ku 150 kîlometreyî dûrî paytext Nairobiyê ye.

Hat eşkerekirin ku di vê şewatê de 16 xwendekar mirine û 14 xwendekar jî birîndar bûne.

Resila Onyangoyê destnîşan kir ku xwendekarên birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Li hêla din, li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kiriye.

Li Kenyayê 2017an jî agir bi dibistanekê ketibû û 9 xwendekar miribûn.