Şah ji emeliyatê ranebû: Keça wî ya 27 salî cihê wî girt

Hewlêr (Rûdaw) – Li Zelandaya Nû şahê Maoriyan dema emeliyatê mir û keça wî ya 27 salî bû şajin.

Şahê Maoriyan Tuheitia Potatau te Wherowhero VII ji dilê xwe emeliyat bû lê ji emeliyatê ranebû.

Keça wî ya herî biçûk Nga Wai Hono i te Po piştî şîna bavê wê xelas bû cihê wî girt û şajina nû ya Maoriyan.

Li gorî rojnameya The New Zealand Heraldê ji bo şahê 69 salî 7 rojan şîn hat girêdan.

Di merasîmên şînê de gelek çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin û piştî ku şîn xelas bû Nga Wai Hono i te Po derbasî ser textê bavê xwe bû.

Nga Wai Hono i te Po 27 salî ye û li ser çanda Maoriyan master kiriye.

Şahê Maoriyan Tuheitia Potatau te Wherowhero VII 30 Tabaxê miribû.

Serokwezîrê Zelandaya Nû Christopher Luxon piştî mirina wî diyar kiribû ku ew dilsozê gelê xwe bû.

Maori ji miletên cihî yên Zelandaya Nû ne û xwe bi rengê “mirovên axê (tangata whenua)" pênase dikin.