Heger xwendekarek 20 rojan neçe dibistanê dê dayik û bavê wî bêne girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Erebistana Siûdiyê biryar da ku her xwendekarek zêdetirî 20 rojan neçe dibistanê dê dayik û bavê wî biçin girtîgehê.

Biryar di çarçoveya tedbîreke nû de ji hêla Wezareta Perwerdeyê Erebistana Siûdiyê ve hatiye dayîn.

Wezaretê biryar ji bo kontrolkirina amadebûna xwendekaran ragihand.

Dayik û bavên xwendekarên ku demeke dirêj di dersan de amade nebûne, li gorî madeye 23yê ya yasaya cezayê dê lêpirsîn bê destpêkirin û bê darizandin.

Madeye 23yê ya yasaya cezayê ya Erebistana Siûdiyê li ser parastina zarokan e.

Dadgeha Erebistana Siûdiyê dûrxistina zarokan a ji dibistanê wek îhmalkirin û îstismarkirina zarokan bi nav kir.

Dadgeh dê li gorî Qanûna Parastina Zarokan bi dayik û bavan re mijûl bibe.

Dozgerê Giştî yê Erebistana Siûdiyê jî bal kişand ser berpirsyariya dayik û bavan ku ji bo perwerdehiya zarokên xwe divê derfetên guncaw dayînin û di fêrbûnê de alîkariya wan bikin.

Li gorî medyaya Erebistana Siûdiyê zêdetirî şeş milyon xwendekar li wî welatî hene.

Ji wan 1,36 milyon kes li zanîngeh, peymangeh û saziyên cuda yên Îslamî û akademîk in.