Galeriya wêneyan

06-09-2020
15 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzikî 1000 kesî li Romaya Îtalyayê li dijî ferzkirina bikaranîna mask li ser xwendekaran li wî welatî xwepêşandanek encam dan.

Îtalya yek ji wan welatên yekem ên Ewropayê bû ku vîrusa Coronayê tê de bilez belav bû. Heta niha ji ber Coronayê zêdetir ji 35 hezar û 500 tûşbûyên Coronayê li wî welatî canê xwe ji dest dane.

Li Îtalyayê dibistan hatine vekirin lê bi rênimayên tund ên Coronayê ku yek ji wan neçarkirina bikaranîna mask e.

Lêbelê beşek ji xelkê Îtalya ji vê biryara neçarkirina maskan nerazî ne û nêzikî 1000 kesan li dijî bikaranîna mask bo xwendekaran li Romayê xwepêşandanek encam dan.

Xwepêşanderan çend diruşmek bilind kirin: Na ji bo girêdana mask… Na ji bo dûrahiya civakî.

Wêne: AFP