Danmark hêzeke leşkerî dişîne navçeyên li jêr desthilata HSDê

06-09-2019
RÛDAW
Nîşan Amed Qeyûm Licê Pasûr Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Danmarkê dê hêzeke leşkeri bişîne Rojavayê Kurdistanê. Amerîka jî pêşwazî li biryara wî welatî dike.

Hikûmeta Danmarkê hêza leşkerî dişîne navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de û Amerîka jî piştevaniya wê gavê dike.

Berdevkê Pentagonê, Jonathan R. Hoffman, di daxuyaniyekê de ragihand: “Danmark yek ji damezrênerên hevpeymaniya navdewletî ya li dijê DAIŞê ye û ev gav jî " Pabendbûna berdewam ya Danîmarkê bi karkirin ligel hevbeşên xwe yên weke HSDê nîşan dide, ji bo ku ew piştrast bin, DAIŞ careke din dernekeve.”

Hofman da zanîn, hevbeşên wan yên Danmarkî ligel hêza leşkerî ya Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê bo piştgîrîkirina aramiyê kar dikin.

Berdevkê Pêntagonê dibêje: “Amerîka pêşwaziya wê gavê bo piştgîriya erkên hevpeymaniya navdewletî dike.”

Hevpeymaniya Navdewletî ji 81 welatan pêk tê û di çend salên borî de Amerîka û hevpeymanên xwe, alîkariya HSDê ji bo têkbirina DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di destê HSDê de kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst