Galeriya wêneyan

06-09-2018
28 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AFP

 

Li welatê Japonê di encama bûyerên xwezayî de careke din karesat qewimî. Li Japonê doh Çarşembiyê hem erdhejeke mezin bi meznahiya 6.7 pileyên Rîxterê çê bû û hem jî bahoza Gebî ku bahozeke bihêz e, li çend deverên wî welatî bû sedema zirarên mezin.

Erdheja 6.7 Rîxterî bakurê girava Hokaydo hejnad û di encamê de bi kêmanî 2 kesan canê xwe ji dest da, herwiha erd li hinek cihan şiqitî û çend malên welatiyan herrifîn. Li gorî agahiyan çend kes jî winda ne û hêj ti zanyarî li ser çarenivîsa wan nehatiye zanîn.

Ji ber erdhejê, nêzîkî 3 milyon mal li Japonê bê elektirîk man.

Serokwezîrê Japonê Şînzo Abê ragihandiye, çar hezar karmendên hêzên navxweyî bo devera erdhejlêdayî hatine şandin, daku di operasyona rizgarkirina xelkê de beşdar bin. Abê herwiha gotiye, eger pêwîst bike, hikûmeta Japonê dê hejmara wan karmendan bo 25 hezar kesan zêde bike.


Bahoza Jabî

 

Ji bilî erdheja ku li girava Hokaydo çê bû, bahozeke bihêz a bi navê bahoza Jabî jî çend deverên Japonê girtiye û gelek zirar gihandiye wî welatî.

Bihêziya bahoza îsal a Jabî bi qasekê ye, ku di heyama 25 salên bihorî de bahozên wisa bihêz li Japonê çê nebûne.

Di encama wê bahozê de jî 11 kes li Japonê canê xwe ji dest dane û 600 kesên din jî birîndar in. Herwiha ji ber bahozê, firokexaneya Kansay a li parêzgeha Osaka jî hatiye daxistin û bi hezaran kes li firokexaneyê asê mane.

Leziya wê bahozê gihîştiye 216 kîlometran di saetekê de, ku di encamê de bane gelek ji malan rakiriye, gelek otomobîl li hev xistine û heta keştiyeke barhilgir ku giraniya wê 2 hezar û 591 ton bûye, li tesîsatê benderê xistiye.