Balyozê Rûsya li NY: Pêwîst e dawî bi êşa musilmanên Burmayê were anîn

06-09-2017
Rûdaw
Balyozê Rûsyayê li Encumena Asayişa Netewên Yekbûyî Vasily Nebenzya li ser rewşa msuilmanên Miyanmarê bersiva pirsyara Rûdawê da.
Balyozê Rûsyayê li Encumena Asayişa Netewên Yekbûyî Vasily Nebenzya li ser rewşa msuilmanên Miyanmarê bersiva pirsyara Rûdawê da.
Nîşan Rûsya Vasily Nebenzya Miyanmar (Burma) Arakan Rohîngiya
A+ A-

New York (Rûdaw) - Balyozê Rûsyayê li Encumena Asayişa Netewên Yekbûyî Vasily Nebenzya ji Rûdawê re ragihand, ku pêwîst e Encumena Asayişê kar li ser aloziyên Burmayê bike û ew rewşa bi êş a ku li wî welatî heye, bi dawî bihîne.

 

Vasily Nebenzya di bersiva pirsyareke Rûdawê ya li ser rewşa musilmanên Burma (Miyanmar) û helwesta Encumena Asayişa Navdewletî de got: “Ez di vê baweriyê de me, ku Encumena Asayişê amajeyeke zelal bo vê mebestê şandiye û aliyên din jî bi heman şêweyî wisa kirine.”

 

Balyozê Rûsyayê li Encumena Asayişa Navdewletî herwiha da xuyakirin: “Em dixwazin wê yekê bibînin, ku rewş li wê deverê aram bibe. Pêwîst e dawî bi êş û kelmên wan xelakan were anîn û çareseriyek were dîtin. Em daxwaz dikin ku (her alî) pê bidin ber xwe. Herwiha di vê baweriyê de me jî, ku Encumena Asayişê pêwîste ku di dema xwe de kar li ser bike û ez hêvîdarim ku bibînim li wê derê rewş baş dibe.”

 

Heyama çend rojan e ku cardin aloziyên li eyaleta Arakan anku Raxînê zêde bûne û musilmanên wê eyaletê rastî êrişên bûdayiyên tundrew û hêzên artêşa Burmayê tên.

 

Musilmanên Arakanê ji gelê Rohîngiyayê ne, ku dewleta Burma anku Miyamnarê wan weke welatiyên xwe qebûl nake û bê nasname û xizmetguzarî ne. Zêdebarî wê rewşê, bûdayiyên tundrew û hêzên artêşa Miyanmarê êrişî musilmanên Rohîngiyayî dikin, ku di encama wan êrişan de hejmareke zêde ji xelkê Rohîngiyayê bûne qurbanî.

 

Şepêla nû ya aloziyan li Arakanê piştî wê yekê çêbû, ku çekdarên Rohîngiyayî di destpêka hefiya derbasbûyî de êrişî çend navendên polîs û hêzên ewlehiyê yên Miyanmarê kirin.

 

Li gorî raportên Netewên Yekbûyî û Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di encama tundûtîjiyên hêzên Miyanmarê li dijî musilmanên Rohîngiyayê de, zêdetirî 400 kesên sivîl hatine kuştin û bi sedan mal û avahiyên wan jî li eyaleta Arakanê hatine şewitandin.

 

Bi dehan hezar kes ji xelkê Rohîngiyayî ji bo parastina canê xwe ji eyaleta Arakanê ber bi welatê Bengiladêşê aware bûne.

 

Li gorî berpirsên Bengiladêşê, heta niha 134 hezar musilmanên Rohîngiyayî ji ber êrişên bûdayiyên tundrew û artêşa Miyanmarê ji warê xwe reviyane û xwe gihandine Bengiladêşê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst