Yekitiya Ewropayê: Vê gavê çareseriyek bilez ji bo kirîza koçberan tine

 

Almanya (Rûdaw) – Wezîrên Derve yên Almanya, Nemsa û Fransa ji bo cara duyemîn li ser kirîza koçber û penaberan civiyan û ragihandin, nabe ev kêşe û kirîz tenê bikeve ser milê 4 welatan. Berpirsa Siyaseta Derve ya Ewropayê jî dibêje, vê gavê çareseriyek bilez nayê dîtin.

 

Duyemîn civîna wezîrên derve yên Almanya, Fransa û Nemsa li Luxemburgê, li ser kirîza koçber û penaberên ku ji Rojhilata Navîn bi taybet ji Sûriyê berê xwe didin Ewroppayê, bidawî hat.

 

Piştî civînê Wezîrê Derve yê Almanya Frank Volter Ştanmayer li ser naveroka civînê agahî da rojnamevanan û got, civîn bê encam nebû lê nabe ev kêşeya ku ya 28 welatên Ewropayê ye, tenê bikeve ser milê 4 welatan.

 

Wezîrê Derve yê Almanya diyar kir ku divê penaber û koçberên ku derbasî Ewropa dibin bi ser welatên Ewropî de bên dabeşkirin û got, divê her welatek 100 hezar kesî werbigire.

 

Lê Wezîrê Derve yê Slovakya Mîroslav Lajcak li dijî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Almanya derket û got, li gorî me tiştekî wiha kirîzê çareser nake. Welatê me rêya derbasbûna koçberan e. Em her sal tenê 100 daxwaziyên wergirtina mafê penaberiyê werdigirin û ji wan jî tenê 26 kes mafê penaberiyê werdigirin…

 

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê Federîka Mogherînî jî li ser çawaniya çareserkirina kirîza koçberyan ji Rûdawê re got, divê Yekitiya Ewropayê di çareserkirina vê kirîzê de yekrêz be. Ez di wê baweriyê de me ev hevdîtinên ku em dikin dê encamên baş bi xwe re bînin. Lê li gorî min vê gavê ti çareseriyek bilez nayê dîtin…