Erebistana Siûdiyê mazûvaniya gotûbêjên aştiya Ukrayna û Rûsyayê kir

06-08-2023
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Şerê Rûsya û Ukraynayê Erebistana Siûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Erebistana Siûdiyê li ser aştiya di navbera Ukrayna û Rûsyayê  gotûbêj hatin kirin.

Li bajarê Ceddeyê ya Erebistana Siûdiyê nûnerên zêdetirî 40 welatî ku di nav wan de nûnerên Amerîka, Çîn û Hindistanê jî amade bûn, ji bo bidawîanîna şerê Ukrayna û Rûsyayê gotûbêj kirin.

Civîna ku du rojan ajot, li ser daxwaza Ukraynayê hatiye sazkirin.

Volodymyr Zelensky bi hêvî ye ku bi Rûsyayê re li ser xalên serekî li hev bike, herwiha piştgiriyeke zêdetir a welatên Rojhilata Navîn û Efrîqayê bi dest bixe.

“Ev civîn gelekî girîng e”

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li ser civîna Ceddeyê got:

“Ev civîn ji ber pirsa ewlehiya xorakê û çareserkirina pirsgirêka bi milyonan xelkê Efrîqa, Asya û navçeyên din gelekî girîng e ku rasterast pêwendî bi cîbicîkirina proseya aştiyê re heye.”

Daxwazên Ukraynayê

Ukraynayê di civînê de ji bo bidawîanîna şerê xwe û Rûsyayê çend daxwaz pêşkeşî welatên beşdar kirin.

Ukrayna dixwaze Rûsya hêzên xwe ji welatê wan vekişîne, serweriya welatê wan bê vegerandin, Ukraynayiyên ku hatine dîlgirtin bên azadkirin û yên ku destê wan di tawanên şer de hene bên darizandin.

Amerîka piştgiriyê dide

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî anî ziman:

“Bê guman em piştgiriyê didin lûtkeyê. Ev demek e em dibêjin dema behsa çareseriyeke dîplomatîk were kirin divê Ukrayna biryarderê serekî be.

Girîng e welatên ku heta niha guhdariya Ukraynayê nekirin rasterast guh bidinê.”

“30 pêşniyarên gotûbêjên aştiyê hatine”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê jî got, her çend baweriya wan nîne ku ji van gotûbêjan encameke cuda derkeve lê ew bi dilxweşî pêşwaziyê li her gotûbêjeke aştiyê dikin û ji nêz ve lûtkeya Erebistana Siûdiyê dişopînin.

Kremlînê jî got, heta niha bi rêyên fermî û nefermî 30 pêşniyarên gotûbêjên aştiyê ji wan re hatine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst