Taywan: Artêşa Çînê simulasyona êrîşekê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Taywanê ragihand ku Çînê di sêyemîn roja manora leşkerî ya ku piştî serdana Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi dest pê kiribû de "simulasyonên êrîşa li ser Giravê" pêk anîn.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, “Li Tengava Taywanê hejmareke zêde ya firoke û keştiyên şer ên Artêşa Rizgariya Gel a Çînê hatin dîtin û hinek ji wan ji 'xeta navîn' derbas bûn. Dikare ev simulasyonên êrîşên li ser armancên li giravê be.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku otomobîl bi rêya radyoyê hatin hişyarkirin û ji aliyê firokeyên dewriyeyê yên leşkerî û sîstemên fuzeyan ên parastina hewayî ve hatin şopandin.

Wezaretê her wiha ragihand ku şeva borî 4 dronên Çînê li derdora hin giravên nêzîkî Girava Kinmen (Quemoy) ya di bin kontrola Taywanê de geriyane.

Hat ragihandin ku li derdora Girava Kinmen û li nêzî Girava Lieyu û Girava Beidingê dron hatine dîtin û artêşa Taywanê ji bo hişyariyê amadehiya êrîşê kiriye.

Girava Kimenê bi qasî 10 kîlometreyan dûrî peravên Çînê ye.

Wezareta Berevaniyê ya Taywanê ragihandibû ku 68 firokeyên şer û 13 keştiyên şer li derdora giravê hatine dîtin ku hin ji wan "xeta navîn" derbas kirine. Her wiha hat diyarkirin ku 11 mûşekên rênîşander ên ji axa Çînê hatin avêtin li herêma ku Taywan wek "avên herêma xwe" dihesibîne ketin xwarê.

Manorayên tê payîn ku heta 7ê Tebaxê bidomin, li dora Taywanê, abluqeyeke Çînê çêkiriye. Ji ber manorayên ku li 6 herêman tên kirin hin herêm ji trafîka keştî û firokeyan re hatin girtin û ji ber fikara ewlehiyê sefer hatin qutkirin.

"Xeta navîn" a ku ji aliyê Çîn û Taywanê ve bi fermî nayê naskirin, ji aliyê Amerîkayê ve di sala 1955an de ji bo pêşîgirtina li pevçûnên li tengavê û derdora wê hate destnîşankirin.