Jinên Efxan ji ber hejariyê gurçikên xwe difroş in

Hewlêr (Rûdaw) - Ji dema ku Talibanê dest daniye ser deshilata Efxanistanê, jin û keç ji xwendin û kar hatine bêparkirin, vê yekê jî rewşa jinên vî welatî xerabtir kiriye ku neçar dimîngurçikên xwe bifroşin.

Firişta ji herêma Bamyan e li naverasta Efxanistanê, wê li ser Facebookê belavkiriye ku dixwaze gurçika xwe bifroşe û derdora 180 kîlometre qutkirina û hatiye Kabula paytext da ku kiryarê gurçikan bibîne.

Welatiya Efxan Fereşta dibêje "Biryareke zehmet û dijwar e. Ez û hevjînê xwe em ji ber ve şerm dikin, em xwedî bawernameyên xwendinê ne jî, lê xwendin me xwedî nake. Zehmet e, lê hejarî me neçar dike. Ez naxwazim destê xwe li ber xelkê vekim. Ez dixwazim rûmeta malbata xwe biparêzim."

Li bajarê Herat ku nêzîkî 900 kîlometre li rojavayê Kabulê ye, rewş ne baştire, da ku pêdiviyên sereke ji bo zarokên xwe peyda bike, Ezîze bi 1200 dolaran gurçika xwe firotiye, lê wan pereyan salekê têra wan nekir.

Dayik Ezîze got "4 zarokên min hene. Min ji ber hejariyê gurçika xwe firot. Ti rêyên din li pêşiya min nebûn."

15ê Tebaxa 2021an Talibanê Exanistan kontrol kir û di Adara2022an de qedexekir keçên Afganistanê piştî pola 6an biçin dibistanê, herwiha ferz kir ku jinên wî welatî li cihên giştî devrûkê deynin.

Roj bi roj rêjeya bêkariyê li vî welatî zêde dibe û rewşa xelkê xirabtir dibe. Li gor Neteweyên Yekbûyî ji sedî 90ê xelkê Efxanistanê di jêr hêla hejariyê de ne. Di demekê de ye ku di 2020an de rêje ji sedî 49.4 bû.