Li nêzîkî Koşka Spî 2 kes bi birûskê mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Birûskê li parkeke nêzîkî Koşka Spî ya Amerîkayê da, 2 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Polîsên Washington a paytexta Amerîkayê ragihandin ku birûskê li Parka Lafayette ya Washingtonê daye, di encamê de 4 kes birîndar bûn û her çar jî hatin şandin bo nexweşxaneyê.

Polîs da zanîn ku 2 birîndarên 75 û 76 salî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dane û rewşa duyên din jî giran e.

Berdevka Koşka Spî Karen Jean-Pierre di daxuyaniyekê de diyar kir ku rêveberiya Biden ji ber vê bûyerê xemgîn e û hêvî dike ku birîndar zû sax bibin.

Li gorî Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Amerîkayê, salane nêzîkî 40 mîlyon birûsk li Amerîkayê didin û ji sala 2006an vir ve 444 kes ji ber lêdana birûskan canê xwe ji dest dane.

Li gorî navendê, belavbûna mirinên ji ber birûskan li Amerîkayê wiha ye, zêdetirî 50 kes li Teksas û Floridayê li Georgia, Alabama, North Carolina, Missouri, Arizona, û Colorado di navbera 16 û 30 mirinan de, di navbera 6 û 15 kesan de li California, Utah, Kansas, Louisiana, Mississippi, Arkansas û South Carolina haletê mirinê hene.