Rûdaw rûmala merasîma karesata Hîroşîma dike (HAT NÛKIRIN)

06-08-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hîroşîma Nagazakî Atom
A+ A-

Hîroşîma (Rûdaw) – Gelê Japonyayê di 71emîn salvegera bîranîna karesata Hîroşîma û Nagazakî de peyama aştî û hezkirinê dişînin cîhanê.

 

Îro 71emîn salvegra kîmyebarankirina bajarê Hîroşîma ya Japonyayê de.

 

Peyamnêrê Rûdawê Rêbîn Yar Ehmed ji cihê merasîmê ragihand: “Li vir li Hîroşîmayê hemû tiştek li gor plan bi rêve diçe. Di destpêkê de gulebax li ser gora qurbaniyên kîmyebaranê hate danîn. Paşî peyama Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Ban Kî Moon hate xwendin.”

 

Peyamnêrê me ragihand ku di demjimêr 08:07ê dema Japonyayê ku dema bombebaranê bû, xulekek bo rêzgirtina giyanê qurbaniyan, li hemû welat jiyan rawestiya.  

 

Peyamnêrê me diyar kir ku gelê Japonyayê peyama aştî û hezkirinê didin hemû biyaniyan.

 

Hêjayê gotinê ye ku ji Başûrê Kurdistanê jî, serokê berê yê şaredariya Helepçê Xidir Kerîm ku di heman demê de Cigirê Serokê Rêxistina Şaredariyên Cîhanê ji bo Aştiyê ye, nûnerên Komeleya Qurbaniyên Kîmyebarana Helepçê, beşdar dibin.

 

Di merasîmê de dê 18 gulebax hatin danîn. Yek ji van gulebaxan jî ji aliyê Xidir Kerîm û serokê şaredariyên Filîpînê ve hate danîn.

 

Di dema şerê cîhanê yê duwem de, Amerîkayê roja 6ê Tebaxa 1945ê bi çekên atomî êrîşê Hîroşîmayê kir. 3 roj piştre jî, roja 9ê Tebaxê heman awayî êrîşê Nagazakî kir û di encama van herdu êrîşan de 140 hezar kes hatine kuştin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst