Brîtanya û hilbijartinên nola erdhejê: Qedera koçberan dê çawa be?

06-07-2024
Hêmin Ebdullah
Hêmin Abdullah Diyasporayê pêşkêş dike / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hêmin Abdullah Diyasporayê pêşkêş dike / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Brîtanya Hilbijartin Koçber Rwanda
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Her çiqasî dihat çaverêkirin jî hemû kesên ku hilbijartinên Brîtanyayê dişopînin dibêjin ku tiştê qewimî nola erdhejekê bû.

Erdhejeke ku bû sedem rêberê Partiya Muhafazakar û Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak dest ji serkirdatiya partiya xwe bikişîne.

Partiya Rishi Sunakê ku ji bo koçberan li Brîtanyayê navekî naskirî ye gelek kursiyên xwe winda kirin û wî jî xatir ji serokwezîriyê xwest.

Rishi Sunak di van mehên borî de koçber bi daxuyaniyên xwe dibizdandin û ew derbarê paşeroja wan hîn bêtir dilteng dikirin.

Heta duh jî metirsiyeke mezin li ser koçberên Kurd û nekurd ên li Brîtanyayê hebû ku wan bişînin Rwandayê.

Rwanda bi xwe di warê mafên mirovan de xwedî nav û dengekî arîşedar e û şerên malwêranker li ser sînorên wê qewimîne.

Partiya Karkeran piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest xistin.

Vê partiyê destpêkê gotibû ku ew dê biryara şandina penaberan a Rwandayê betal bike û nahêle ew biryar were bicihanîn.

Lê betalkirina vê biryarê ne ev qasî hêsan e.

Êdî niha çarenivîsa koçberan dê careke din were nîqaşkirin û hatina Partiya Karkeran ji wan re bûye çirawîskeke hêviyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst