DIAKURDê ji bo Peymana Lozanê serî li dadgehê da

06-07-2023
RÛDAW
Nîşan Peymana Lozanê DIAKURD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Kurdên Diasporayê (DIAKURD) ragihand ku di 100emîn salvegera Peymana Lozanê de, “ji bo cîbicîkirina mafê çarenûsiya gelê Kurd ê hatiye binpêkirin” serî li rêyên qanûnî yên navneteweyî daye. DIAKURDê diyar kir serlêdana piştî ku ji Serokkomariya Tirkiyê bersiv nehatiye wan serî li dadgeha navneteweyî da.

Di 100. salvegera Peymana Lozanê de DIAKURDê di 2ê Gulana 2023an de bi rêya parêzerên xwe “ji bo cîbicîkirina mafê çarenûsiya gelê Kurd ê hatiye binpêkirin” serî li Kabîneya Serokkomariyê ya Tirkiyê da û pêvajoyeke hiqûqî da destpêkirin.

Hatibû ragihandin ku heger di pêvajoya hiqûqî ya diyarkirî de bersiveke erênî neyê dayîn dê serî li rêyên hiqûqî yên navneteweyî bên dayîn.

Parêzer Hişyar Ozalp li ser mijarê ji Rûdawê re got, Serokkomariyê di çarçoveya proseya yasayî de bersiv nedaye û bi awayekî daxwazên wan red kirine û ji ber wê jî wan dosya biriye dadgehê.

DIAKURDê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de got, “Divê baş were zanîn ku Peymana Lozanê 100 sal in ji bilî êş, înkar û mirinê ti tişt nedaye gelê Kurd. Ev rewş ne tenê ji aliyê rêkxistina me Diakurd lê belê ji aliyê tevahiya gelê Kurd ve naye qebûlkirin. Gelê Kurd peymana Lozanê red dike û dixwaze mafê çarenûsê bikarbîne. Loma ev doz dozeke dîrokî ye. Ne tenê Diakurd lê hemû gelê Kurd dozgerê vê dozê ne. Helbet wekî Diakurd em ne li bendê ne ku dadweriya Tirkiyê di berjewendiya me de biryarê bide. Lê em ji raya giştî ya navneteweyî hêvî dikin ku ji bilî tomarkirina vê neheqî û bêhiqûqiyê, piştgirî bidin daxwazên mafdar ên gelê Kurd. Piştî qonaxa şêwra Dadgeha Bilind ya dewletê em ê ji qonaxa Dadgeha Destûrî jî parastina mafên rewa yên gelê Kurd bikin. Em ji berê de radigihînin ku piştî ku rêyên darazê yên navxweyî li Tirkiyeyê bi dawî bibin, em ê doza xwe bigihînin Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî.”

DIAKURDê di daxuyaniya xwe de bang li hemû partiyên siyasî, rêkxistinên sivîl û welatparêzên serbixwe kir ku piştgiriyê bidin vê dozê.

Parêzer Hişyar Ozalp anî ziman, “Piştî Şûraya Dewletê em ê di Dadgeha Destûra Bingehîn de jî parastina mafên rewa yên gelê Kurd bikin. Weke ku me berê jî diyar kiribû, piştî ku rêyên navxwe bi dawî bûn, em ê dozê bigihînin Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst