Li Swêdê cara yekem bi hinceta PKKê cezaya girtîgehê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Swêdê ji bo kesekî ku di meha Çileyê îsal de hatibû girtin bi hinceta “fînansekirina PKKê” cara yekemîn cezaya girtîgehê hat dayîn. Parêzerê wî diyar kiriye ku ew dê li dijî biryara dadgehê nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Dadgeha Herêma Stockholmê cara yekemîn ji bo kesekî ku bi hinceta fînansekirina PKKê dihat darizandin 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da û daxwaz kir ku ew kes bê dersînorkirin. Ev biryara dadgehê ji bo endamtiya NATOyê ya wî welatî wek gaveke erênî hat nirxandin.

Navê wî kesê ku hatiye cezakirin nehatiye eşkerekirin lê tê zanîn ku 40 salî ye û Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê ye. Ew kes di meha Çileya îsal de ji ber li pêşiya xwaringehekê bi çekê gule berdabû hatibû girtin lê piştre ji aliyê dadgehê ve bi hinceta ku “bi gefa çekê ji karsazekî Kurd bo PKKê daxwaza pereyan kiriye” hatiye darizandin.

Parêzerê wî kesî Îlhan Aydin ji ajanseke Fransî re axiviye û gotiye ku ew wan îdîayan qebûl nakin û dijî biryarê nerazîbûna xwe dê nîşan bidin.

1ê Hezîrana îsal li Swêdê Yasaya Rûbirûbûna Terorê ya nû hatibû cîbicîkirin. Li gor vê yasaya nû bo kesên “beşdarî çalakiyên terorê” bibin di navbera 4 heta 8 sal cezayê girtîgehê, bo “serokatiya rêxistina terorê” jî heta 25 sal cezayê girtîgehê tê dayin.

Di 11 û 12ê Temûzê de dê li Litvanyayê Lûtkeya NATOyê bê kirin û yek ji rojevên civînê endamtiya Swêdê ya NATOyê ye.