Tirkiye, Swêd û Finland îro li Brukselê dicivin

06-07-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Derve yên Tirkiye, Swêd û Finlandê îro li paytexta Belcîkayê bajarê Brukselê derbarê “endamtiya NATOyê” de dicivin.

Di navbera Tirkiyê û Swêdê de nîqaşên derbarê endamtiya NATOyê ya Swêdê de berdewam in. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêştir ragihandibû, dê endamtiya Finlandê erê bikin, lê ya Swêdê erê nakin.

Tirkiye îddia dike Swêd “piştgiriya rêxistinên terorê” dike û dibêje heta Swêd helwesta xwe neguhere endamtiya wê erê nake.

Bi armanca gotûbêjên derbarê pirsgirêkan û çareserkirina wan de îro 6ê Temûza 2023ê li navenda NATOyê wezîrên derve yê her sê welatan dicivin.

Civîn li ser banga Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltonberg tê kirin û li ser navê Tirkiyê Wezîrê Derve Hakan Fîdan beşdar dibe.

Swêd dixwaze berî civîna NATOyê ya di 11-12 Temûza 2023an de pirsgirêk bêne çareserkirin û bibe endamê NATOyê.

Ji aliyê din ve Serokê Amerîkayê Joe Biden roja 5ê Temûzê pêş civîna ligel Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ragihand, ew bi temamî piştgiriya endamtiya Swêdê di NATOyê de dikin û dê NATO bi beşdariya Swêdê re bihêztir bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst