Nedîm Zehawî bû Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê

Hewlêr (Rûdaw) – Her du wezîrên tenduristî û darayî yên Brîtanyayê doh Sêşembê 5ê Tîrmeha 2022an dest ji kar berdan û piştre Nedîm Zehawî wezîrê Kurd ê kabîneya hikûmeta Brîtanyayê wek wezîrê darayî yê nû hat destnîşankirin.

Nedîm Zehawî tenê çend demjimêran piştî îstîfaya Rishi Sunak, bi biryara Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson weke Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê hat diyarkirin.

Ofîsa Serokwezîriya Brîtanyayê derbarê biryarê de ragihandiye, Şajin Elizabeth a Duyem biryara diyarkirina Nedîm Zehawî wek wezîrê nû yê darayî yê welat pesend kiriye.

Nedîm Zehawî kî ye?

Nedîm Zehawî bi esil Kurd e û xwedî welatînameya Brîtanyayê ye. Ew sala 1967an li Bexdayê ji dayik bûye, li Kolêja Londonê lîse xwendiye û di warê endazyariya kîmyayê de bawername wergirtiye.

Nedîm Zehawî di sala 2010an de wek endamê parlamentoya Brîtanyayê hat hilbijartin, paşê ji sala 2018 heta Tîrmeha 2019an wek wezîrê dewletê bo karûbarên malbatê û zarokan erk wergirt.

Sala 2020 bi belavbûna pandemiya koronayê re û pêwîstiya welatan bi bileztirkirina proseya wergirtina vaksînê, Nedîm Zehawî bû wezîrê dewletê bo karûbarên vaksînê. Herwiha di roja 15ê Îlona 2021an de wek Wezîrê Perwerdeyê yê Brîtanyayê hat destnîşankirin û heta doh Sêşembê 5ê Tîrmeha 2022an li ser wê erkê xwe berdewam bû.

Wezîrên tendirustî û perwerdeyê jî hatin destnîşankirin

Ligel destnîşankirina Nedîm Zehawî wek Wezîrê Darayî, biryar hat dan ku Michael Donelan wek Wezîrê Perwerdeyê li cihê Zehawî dest bi kar bibe.

Herwiha Steve Barkly jî li cihê Sajid Javid wek Wezîrê Tendirustiyê yê Brîtanyayê hat diyarkirin.

Çima wezîrên darayî û tendirustiyê dest ji kar berdan?

Wezîrê Tenduristiyê yê Brîtanyayê Sajid Javid di peyamekê de ku li ser Twitterê parve kiriye diyar kiriye ku ew êdî nikare bi wijdanî erka xwe bidomîne û ji ber ku baweriya wî bi Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson nemaye dest ji kar berdide.

Javid bal kişand ku ji bo îstifaya xwe bi Johnson re hevdîtinek kiriye û got, “Xizmetkirina di vî erkê de rûmeteke mezin bû lê ez bi xemgînî dixwazim bêjim ku êdî ez nikarim bi wijdaneke rehet berdewam bikim.”

Piştî ragihandina îstîfaya Javid, Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê Rishi Sunak jî li ser Twitterê îstifaya xwe ragihand.

Sunak di daxuyaniya xwe de anî ziman, “Gel bi mafdarî hêvî dike ku hikûmet bi rêkûpêk, jêhatî û ciddî were rêvebirin. Ez dizanim dibe ku ev posta min a wezîrî ya dawiyê be lê ez bawer dikim ku ev pîvan hêjayî têkoşînê ne û ji ber vê yekê ez îstifa dikim.”