Fransa 51 jin û zarokên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê vedigerîne

Hewlêr (Rûdaw) - Fransa 51 jin û zarokên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê vedigerîne welatê xwe, û zarokan radestî saziyên taybet bi parastina zarokan dike û li dadgehê jî dosyeyan li dijî jinên DAIŞî vedike û wan dadgehî dike.

Tevî wan 51 kesan, Fransa ji sala 2016an ve 126 jin û zarokên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandine.

Kampên Hol û Newroz du kampên mezin in li Rojavayê Kurdistanê ku malbat û jin û zarokên çekdarên DAIŞê lê dimînin û hejmara wan derdora 60 hezar kesan e.

Li gorî Wezareta Derve ya Fransayê, ji 51 kesên hatine vegerandin, 35 zarok û 16 jin in, kontrolkirina pizîşkî bo zarokan tê kirin û piştre wan radestî saziyên taybet bi parastina zarokan dikin.

Wezareta Derve ya Fransayê ji bo hevahengî, dîtin û veguhestina wan jin û zarokên Fransî yên malbatên DAIŞê spasiya rayedarên rêveberiya Rojavayê Kurdistanê jî kiriye.

Rêxistinên mirovî yên navdewletî û herêmî kampên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ku jin û zarokên DAIŞê lê tên ragirtin, weke cihên pir metirsîdar bi nav dikin û daxwaz ji welatên rojavayî û bi taybet Ewropî dikin ku welatiyên xwe vegerînin.

Li gor ajansa AFP a Fransî, bi sedan zarokên Fransî yên çedarên DAIŞê li kampên di bin kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de dimînin.

Kampa Holê mezintirîn kampa li navçeyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye û dikeve başûrê bajarê Hesekê ku zêdetir ji 56 hezar kes lê dimînin.