Hollanda komkujiya li dijî Kurdên Êzdî wek 'Jenosîd' nas kir

06-07-2021
Nîşan Holland Êzdî Jenosîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Hollandayê komkujiya ku DAIŞê li dijî Kurdên Êzdî pêk anîbû wek 'Jenosîd' nas kir.

Di rûniştina parlamentoya Hollandayê ya îro de pêşnûmeya ku ji bo tawanên DAIŞê yên ku li dijî Kurdên Êzdî pêk aniye wekî 'Jenosîd' bê naskirin hat nîqaşkirin.

Pêşnûmaya ku ji aliyê parlamentera Krîstiyan Ana Kauk ve pêşkêşî serokatiya parlamentoyê hat kirin bi piraniya dengan hate qebûl kirin û komkujiya Êzdiyan wek 'Jenosîd' hat naskirin.

Berê jî li Parlamentoya Ewropa û Civata Nûneran ya Amerîkayê biryarên bi vî rengî hatibûn qebûlkirin.

Li welatên din ên Ewropayê jî ji bo Komkujiya Êzdiyan wekî jenosîd were qebûl kirin hewldanên bi vî rengî hene.

3ê Tebaxa 2014an de, endamên DAIŞê êrişî navçeya Şingalê ku Kurdên Êzdî lê dijîn kirin. DAIŞê bi hezaran Kurdên Êzdî kuştin û 6 hezar û 410 kes ku bi piraniya wan jin û zarok bûn revandin.

Bi sed hezaran Êzdiyên ku ji êrîşê reviyan xwe spartin çiyayê Şingalê, Herêma Kurdistanê û Rojava.

Tevî ku 7 sal bi ser komkujiyê re derbas bû, lê dîsa jî bi hezaran Êzdî li kampên Herêma Kurdistanê dimînin.

Kuştina girseyî ya Kurdên êzdî ji aliyê DAIŞê ve li ber çavê hemû cîhanê, êşkenceya sîstematîkî û destdirêjiya cinsî li ser kesên ku ew revandin û wan wekî "xenîmetên şer" binav kirin wekî tawanek mirovahî ya mezin hate tomar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst