Pisporê rûsî: Tirkiyê daxwaza Efrînê ji Rûsyayê dike

Moskow (Rûdaw) - Rewşa herî dawîn a herêma Efrînê û egera pêkanîna operasyoneke serbazî ji aliyê artêşa Tirkiyê û hêzên dijbereya Sûryê li Rûsyê jî tê gotûbêj kirin.

 

Li Rûsyayê gengeşiyên li ser operasyoneke gengaz a artêşa Tirkiyê li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên li Efrînê, her di rojeva siyasî de dimînin.  Medyaya Rûsî îdîa dike ku hûriyên hevkakriya serbazên her du welat, di hevdîtina Wezîrê Berevaniyê Rûsyayê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de hatine gotûbêjkirin.

 

Medya Rûsî bal kişande li ser wê yekê ku dibe lihevhatinek di navbera Rûsya û Tirkiyê li ser herêma Efrînê hatibe imzekirin.

 

Serokê Enstîtûya Lêkolînkirinên Stratejîk, ku pisporê serbazî ye, helwêsta Rûsyayê di mijara Efrînê de şaş dibîne û tekez dike ku Tirkiye dev ji hizra xwe ya Mîsakî Mîllî berndaye û eger Efrîn û Îdlîb bikeve destê tirkan, ev yek dê bibe metrisiya cidî li ser Helebê.

 

Serokê Enstîtuya Lêkolînkirina Rojhilata Navîn û Asya Navîn û pisporê serbazî Semyon Bagdasarov ji Rûdawê re wiha got: "Vê gavê Tirkiye hingiv li devê me dide û dibêje her tişt dê baş bibe. Dibêje ka werin em bihev re Îdlîb kontrol bikin, bes tenê Efrînê bidin min. Lê ka garantî ku sibê dê Heleb tûşî erîşan nabe. Ez dixwazim bi bîr bînim ku Erdogan li gorî hizra Mîsakî Mîllî tev digere, ku tevaya bakûrê Sûriyeyê, Heleb jî tê de, bi xwe ve digre. Ma Erdoxan dev ji Helebê berdaye?! Dev ji hizra rûxandina Esed berdaye?!  Na! Lewma jî ez dibêjim hevkarî pê re şaşiyeke mezin e. "

 

Siyasetmedarên Rûs di vê mijarê de geşbîntir in. Parlamneterê Dûmayê balê dikşîne ser dijwariya peywendiyên li gel Tirkiye û dibêje, Rûsya dê ti car gavên li dijî berjewndiyên gelê kurd navêje.

 

Cîgirê Serokê Lîjneya Karûbarên Navnetewyî ya Dûmayê Aleksey Çêpa jî got: "Wek tê zanîn, li Efrînê çend baregeh hene  ku alên Rûsyayê li ser wan li ba didin. Me heta niha berjewendiyên gelê Kurdistanê parastiye û emê biparêzin jî. Bi kîjan şêwazî dibe bila bibe, mafê kurdan bi otonomiyê jî heye, mafê kurdan  bi serxwbûnê jî heye."

 

Ji aliyê din medyayên nêzî hikumeta Rûsyayê îdîa dikin ku hevkariya Rûsya û Tirkiyeyê li Sûriyeyê êdî gihîştiye qonaxke nû û ne dûr e ku serbazên her du alî Îdlîbê jî oprasyoneke hevbeş encam bidin. Lê ti daxuynaiyeke fermî di vê mijarê de tune.

 

Tê payîn, bîryarên ku ji 5mîn raûnda gotûbêjên Astanayê derkevin, dê hem rewşa Efrînê, hem jî rewşa Herêmên Ewle yên li tevaya Sûriyê  zelaltir bikin.