Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê Demirtaş û Yuksekdag de biryarek da

06-06-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demirtaş Figen Yuksekdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag ku niha di girtîgehê de ne, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabûn û bo girtîmayîna xwe di aliyê yasayî de îtiraz kiribûn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku girtî hiştina wan binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye ji aliyê Tirkiyê ve.

Hevserokên berê yên HDPê Selahattêb Demirtaş û Figen Yuksekdag, bi sedema ku di hiqûqa navxweyî de ji bo îtîrazê bikin alîkariyeke baş wernegirtine serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan.

Dadegaha Mafên Mirovan a Ewropayê îro 6ê Hezîranê derbarê îtiraza Demirtaş û Yuksekdag de biryara xwe da.

Dadgehê diyar kir ku mafê Selahattin Demirrtaş û Figen Yuksekdag tê binpêkirin û dibêje Tirkiye li gor madeya 5ê û benda 4ê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.

Ev biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji aliyê 6 dozgeran ve hatiye qebûlkirin û tenê dozgera Tirk Saadet Yuksel li dijî wê biryarê deng daye û bi piraniya dengan ev biyar hatiye qebûlkirin.

HDPê jî derbarê vê biyarê de li ser hesabê xwe twitter peyamek belav kir û dibêje: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê hevserokên me yên berê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag de ku dîl tên girtin careke din biryar da ku mafê wan tên binpêkirin. Her roja ku hûn li gorî biryarên dagehê tevnegerin hûn tawanê dikin. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cîbicî bikin, di serî de Demirtaş û Yuksekdag hevmû hevalên me yên ku dîl girtîne berdin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst