Financial Times: Bexad û Hewlêrê “Şerê îradeyê” dikin

 

Hewlêr (rûdaw)- Rojnameya Financial Times ya Brîtanî behsa alozaiya di navbera hikûmeta Iraqê û Herêm aKurdistanê dike û wê aloziyê bi “Şerê îradeyê” dide zanin.

 

Rojnameya Financial Times di gotarekê de ku ji aliyê Dived Guardner û Nael Huom ve hatiye nivîsandin amaje bi wê yekê dike ku firtoina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bêy veger li Bexadyê û berbestên navdewletî û gefên li ser kiriyarên petrola Herêma Kurdistanê şerê îradê ye di navbera wan de, tevî zêdebûna bandora Tikriyê li navçeyî.

 

Her du nivîsakaran amaje kirine ku pêwîstiya Tikriyê bi petrol û enerjiyê her ku diçe zêde dibe û dixwaze bi awayekî rasterast bazirganiya gaza xwezayî ligel Herêma Kurdistanê encam bide.

 

Ji aliyek din ve di gotarê de hatiye ku eger hikûmeta Bexadyê xwedan çend kerteke aborî de, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wedan hêzek siyasî ye ki dikarê bi wan bilîze.

 

Di dawiya gotaran Rojnameya Financial Times de derbarê egerên pêkanîna hikûmeta Iraqê wan her du nivîskariyan nivîsîne: “Piştî hilbijartinên meha Nîsanê, Nûrî Malikî hewla pêkanîna hevpeymaniyekê dide da ku jê re bibe hevkar, lê pirsiyara serekî derbarê Herêma Kurdistanê ewe, di demekê de Hewlêr mijûle nexşeya rê ya xwe dikşîne, gel baweriyê bi xwe dike zêdeit ji pêwîste?”