Raportorê Tirkiyê li Parlamentoya Ewropayê: Ev êrîşa dijî HDPê nayê qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Raportorê Berdewam yê Tirkiyê li Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor derbarê bûyera li pêş avahiya Navenda Giştî ya HDPê nerazîbûn nîşan da û midexaleya polîsan şermezar kir.

Raportorê Berdewam yê Tirkiyê li Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor li ser hesabê xwe yê Twitterê midexaleya polîsan bo ser Navenda Giştî ya HDPê şermezar kir û got ev rewş rewşa metirsîdar ya demokrasiyê li Tirkiyê radixe ber çavan.

Sanchez Amor dibêje “Tacîz û êrîşa polîsan ya doh bo Parlamenter û endamên HDPê ku partiyeke opozîsyone nayê qebûlkirin. Ev rewş rewşa metirsîdar ya demokrasiyê li Tirkiyê radixe ber çavan. Ev bo sibêroja nêzîk nîşaneyên gelekî xirab in.”

5ê Gulana 2022ê sê kesên ku xwe wek malbatên endamên PKKê didin naskirin, hewildan tace guleke reş danin ber derê avahiya sereke ya HDPê ya li Enqereya paytexta Tirkiyê, lê rayedarên wê partiyê nerazîbûn nîşan dabûn  û li ser vê yekê alozî derketibû û 6 kes hatibûn destserkirin. Yek ji polîsan di dema wan aloziyan de gef li parlamentera HDPê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran xwaribûn û jê re gotibû “Tu kî yî? Ez dê te bi dîwar ve bizmar bidim.”