Hewlêr (Rûdaw) - Raportorê Berdewam yê Tirkiyê li Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor derbarê bûyera li pêş avahiya Navenda Giştî ya HDPê nerazîbûn nîşan da û midexaleya polîsan şermezar kir.
Raportorê Berdewam yê Tirkiyê li Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor li ser hesabê xwe yê Twitterê midexaleya polîsan bo ser Navenda Giştî ya HDPê şermezar kir û got ev rewş rewşa metirsîdar ya demokrasiyê li Tirkiyê radixe ber çavan.
Sanchez Amor dibêje “Tacîz û êrîşa polîsan ya doh bo Parlamenter û endamên HDPê ku partiyeke opozîsyone nayê qebûlkirin. Ev rewş rewşa metirsîdar ya demokrasiyê li Tirkiyê radixe ber çavan. Ev bo sibêroja nêzîk nîşaneyên gelekî xirab in.”
The harassment & attacks from the police suffered yesterday by opposition party @HDPgenelmerkezi, affecting MPs & board members at their headquarters in Ankara, are unacceptable & speak volumes about the dire state of democratic principles in #Turkey.
— Nacho Sánchez Amor (@NachoSAmor) May 6, 2022
Bad omen for the near future pic.twitter.com/BKtcdH9IGG
5ê Gulana 2022ê sê kesên ku xwe wek malbatên endamên PKKê didin naskirin, hewildan tace guleke reş danin ber derê avahiya sereke ya HDPê ya li Enqereya paytexta Tirkiyê, lê rayedarên wê partiyê nerazîbûn nîşan dabûn û li ser vê yekê alozî derketibû û 6 kes hatibûn destserkirin. Yek ji polîsan di dema wan aloziyan de gef li parlamentera HDPê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran xwaribûn û jê re gotibû “Tu kî yî? Ez dê te bi dîwar ve bizmar bidim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse