Bo yekemîn car çermreşek dibe Berdevka Koşka Spî

06-05-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Koşka Spî Karine Jean-Pierre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Biden, Berdevka Koşka Soî guhert û bo yekemîn car keseke çermreş di wê postê de erkdar kir. Hat ragihandin ku Berdevka Koşka Spî Jen Psaki dê di 13ê Gulanê de dest ji posta xwe berde û Karine Jean-Pierre li cihê wê dest bi karê xwe dike.

Roja Pêncşembê 5ê Gulana 2022, Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi biryarekê Karine Jean-Pierre wek berdevka nû ya Koşka Spî diyar kir.

Joe Biden di daxuyaniyekê de pesnê Karine Jean-Pierre da û ew wek keseka xwedan ezmûn û şiyan bi nav kir û got: “Ez bi serbilindî radigihînim ku Karine Jean-Pierre dê bibe Berdevka Koşka Spî.”

Herwiha hat ragihandin ku di 13ê Gulanê de dawî li erka Psaki  wek Berdevka Koşka Spê tê.

Jen Psaki jî diyar kir, Karine Jean-Pierre dibe yekemîn jina çermreş ku posta Berdevkiya Koşka Spî werdigre.

Tê çaverêkirin ku piştî bidawîhatina erka wê li Koşka Spî, Psaki di kanala MSNBC a Amerîkî de wek bêjera nûçeyan dest bi kar bibe.

Karine Jean-Pierre a 44 salî jî erkdarkirina xwe wek Berdevka Koşka Spî wek “demeke dîrokî” bi nav kir.

Jean-Pierre keseke hevregezxwaz e û sala 2018an di hevpeyvînekê de ligel CNN ragihandiye, “ez jineke çermreş im, hevregezxwaz û dayik im.”

Karine Jean-Pierre di salên 2008 û 2012 de di herdu kampînên Barak Obama serokê pêştir ê Amerîkayê de xebitiye û paşê di sala 2020an de jî di kampîna hilbijartinan a Biden jî kar kiriye û paşê ligel tîma Biden çûye Koşka Spî.

Li aliyekî din hat ragihandin ku Anita Dunn jî ku ji aliyê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ve ji karê xwe yê li Koşka Spî hatibû dûrxistin, dê bibe şêwirmenda pilebilind a Biden.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst